BI DÎMEN

Newroza Qendîlê ji şevê ve dest pê kir

Ji bo Newroza ku wê sibe li Qendîlê bê pîrozkirin gel ji saetên şevê ve herikîn qadê. Ciwan bi meşaleyan meşiyan.

NEWROZA QENDÎLÊ

Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya sibe li Qendîlê bê lidarxistin dewam dikin. Ciwanan bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kirin. Di meşa ku bi dehan ciwan beşdar bûn de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin.

Di meşê de fîşekên hewayî hatin teqandin, gel jî ji saetên şevê ve berê xwe dan çiyayên Qendîlê ku wê sibê Newroz bê pîrozkirin.

Li gel barana zêde jî qada ku wê pîrozbahî lê bê kirin ji niha ve tije bû û gel heta derengiya şevê govend gerand.

Ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst beşdarî Newroza Qendîlê dibin.