Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest tecrîd were rakirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku li Tetwanê axivî, bal kişand ser çalakiyên gel ên li dijî tecrîdê û got: "Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin."

NEWROZA TETWANÊ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li qada Fuara Newrozê ya Tetwanê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tûlay Hatimogullari pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ku Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên sendîkayan amade bûn, bi sedan kes li qadê kom bûn.

Jin, ciwan û zarok bi cil û bergên xwe yên neteweyî ketin qada Newrozê. Ligel ku polîsan hewl dan ku kesên bi cil û bergên gelekî hatin asteng bikin jî girse bi isar ket qadê. Girseya ku li qada Newrozê kom bû bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Newroz bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.

Namzetên hevşaredariya DEM Partî ya Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol axivîn û bal kişand ser girîngiya Newrozê û gotin dê di 31'ê Adarê de li Tetwanê bi ser kevin. Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari axivî û got: "Yên ku pirsgirêka Kurd bi hilbijartin bi bîr tînin, yên ku li Enqereyê tehemûla yek peyva Kurdî nakin û li Kurdistanê muzîka hilbijartinê bi kurdî bi kar tînin, bi taybetî partiya desthilatdar AKP û hevkarên wê yên Hizbulkontra, li pey dengên Gelê Kurd digerin. Helbet Gelê Kurd jî bi vê yekê hişyar e. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkek e ku hilbijartin bi hilbijartin were bibîranîn. Ev gel çil sal e berdêla vê yekê dide.

Di peyama Ocalan a girîng a Newroza 2013’an de hevokek bi bîr tînim. Peyama Newrozê ya ku birêz Ocalan di sala 2013’an de belav kir, hê jî derbasdar e. Divê pêwîstiyên peyamê bi cih bînin. Pêwîst e gel û baweriyên cuda yên li vî welatî dijîn li ser esasê mafên hemwelatîbûna wekhev bi hev re bijîn. Perwerdeya bi zimanê zikmakî civakê parçe nake, berovajî vê civakê xurt dike. Ji ber vê yekê pêwîste hemû gel bi taybetî jî Gelê Kurd xwedî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê be. Şert û mercên avakirina makezagoneke demokratîk esas in. Li vir em careke din dibêjin ku divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, di çalakiyên ku ji bo Birêz Ocalan hatine destpêkirin de dengê gel divê bê bihîstin.

Piştî axaftinan hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Newroz bi gerandina govendê hat pîrozkirin.