PKK: Gerîlayên Azadiyê agirê Newrozê li asîmanan vêdixe

PKK: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji hêzên dagirker û qirker re Kurdistanê dike goristan. Bi derbeyên teknîkî yên li faşîzma AKP-MHP’ê xistî, agirê Newroza îsal li asîmanan vêdixe.

DAXUYANIYA PKK’Ê YA TÊKILDARÎ NEWROZÊ

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PKK’ê got: “Em Newrozeke nû dijîn ku roja yekîtî, azadî, berxwedan û serketinê ye. Ev Newroz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, dibe Newroza Pêngavê ya ku me di asta gerdûnî de pêş xistî. Şahiyên Newrozê ku gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li her çar parçeyên Kurdistanê û her çar aliyên cîhanê lidar xistîn, ji bo Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya ku 10’ê Cotmeha 2023’yan hate destpêkirin lûtkeyeke nû dide çêkirin. Nîşanî her kesî didin ku di sala nû ya Newrozê de wê Pêngava me ya Azadiyê serketinên mezin bi dest bixe.”

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Li ser vî vingehî di serî de Rêber Apo em Cejna Azadiyê ya Newrozê li hemû hevrêyên xwe, gel û dostên xwe, jin û ciwanan, karkeran û kedkaran pîroz dikin; di sala nû ya Newrozê de ji her kesê ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne re serketinê dixwazin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de em hemû şehîdên xwe yên Newrozê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li her kesê ku agirê azadiyê di dilê wî/ê de heye dikin ku li dijî Dehaqên roja me ya îro bibin Kawayên Hemdem!”

NEWROZA 52’YAN NEWROZA RÊBERTÎ YE

Em pir baş dizanin ku yê Newroz gihandî wateya wê ya rast û anî asta îro Rêber Apo ye. Di Newroza 1973’yan de bingehê rêxistinî yê PKK’ê danî û têkoşîneke nû ya azadiyê da destpêkirin. Her roj li ser xeta lehengiyê têkoşîna azadiyê pêş xist û hemû roj veguherandin rojên Newrozê. 51 sal in bi lehengî têdikoşe, Partiya Newrozê, gerîlayên Newrozê û gelê Newrozê afirand. Bi pêşengiya jin û ciwanan gelê Kurd veguherand Newrozê û rastiya gelekî ku qet têk naçe, derxist holê. Lewma ev Newroza 52’yan mîna her demê dibe Newrozeke rast a Rêbertî. Ji bo Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, lûtkeya herî xurt dide çêkirin. Newroz mizgîniyê dide me ku têkoşîna topyekûn a bi ruhê berxwedan û serketinê tê meşandin, wê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike. Dîsa weke ku em pir baş dizanin, hêza herî bingehîn a ku Newroz gihandin cewherê wê ya roja îro Şehîdên Leheng ên me ne. Ev karwanê azadiyê ku bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan destpê kir, bi şehadeta bi dehan gerîlayên leheng dewam kiriye; bi Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan re veguheriye meşa serketinê ya rast. Şehîdên me yên leheng Newroz veguherandine rastiya azadî û serketinê. Yên ku herî rast beşdarî Meşa Azadiya Newrozê ya Rêber Apo bûn û hêza herî mezin danê, şehîdên me yên leheng in. Newroza sala 2024’an jî li ser vî bingehî tê pîrozkirin û li ser xeta Rêbertî û Şehîdan rê li ber zanebûn û nûbûneke xurt vedike.

GERÎLAYÊN ME AGIRÊ NEWROZA ÎSAL LI ASÎMANAN VÊDIXE

Yên ku vê Newrozê jî bi Rêber Apo re herî rast dijîn, hêzên me yên gerîlayên leheng in. Berxwedana Îmraliyê ya Dîrokî û berxwedana gerîlayên leheng a bi pêşengiya Zapê, dibin yek û mizgîniya azadiyê dide gelê me û hemû mirovahiyê. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi Operasyonên Şoreşgerî re ku navenda wan Zap e, derbeyên giran li keriyên faşîst-qirker ên AKP-MHP’ê xistiye û hîn jî derbeyên nû lêdixe. Bi afirêneriya taktîka pêş xistî û peformansa teknîkê Kurdistanê ji hêzên dagirker û qirker re dikin goristan. Ne tenê binerd û sererd, di heman demê de asîmanan jî ji dijminê faşîst-qirker re vediguherînin dojehê. Bi derbeyên teknîkî yên li faşîzma AKP-MHP’ê xistî, agirê Newroza îsal li asîmanan vêdixe.

EM HÊZA ŞERVANIYÊ YA HPG Û YJA STARÊ BI HEVRÊTIYÊ SILAV DIKIN

Em serketinên teknîkî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku mizgîniyên serkeftinê yên wiha bi wate didin Rêber Apo, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk, ji zaliman re dibin tirs lê ji mazlûman re dibin hêvî, hesabê her cure zilm û mêtingeriyê dipirsin û ruhê şehîdên me yên leheng şad dikin, ji dil pîroz dikin û dewama wê dixwazin. Em hêza şervan û fermandariyê ya HPG û YJA-Starê ku li her çar aliyên Kurdistanê bi hewldaneke pir xurt şerê azadiyê pêş dixin, bi hevrêtiyê silav dikin. Em diyar dikin ku di sala nû ya Newrozê de hêza gerîlayên me yên fedayî wê bi serketinê pêşengiyê ji Pêngava Azadiyê ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike re, bikin.

EM BANG DIKIN KU AGIRÊ NEWROZÊ HÎN BÊHTIR WERE GEŞKIRIN

Teqez e ku gel, jin, ciwan û hemû gelên kedkar ên xwedî rastiya Rêbertî, pêşengtiya partiyê û hêza gerîla wê bigihîjin hişmendiyeke kûr û bi xurttir xwe rêxistin bikin û  têkoşîna azadiyê bênavber û bêwestan bimeşînin. Bi rastî jî îro li Kurdistanê û cîhanê rewşa heyî ev e. Hemû jin û ciwan, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokrat ên xwedî feraset û birêxistinbûyî ev demeke dirêj e berê xwe didin qadên Newrozê û bi pîrozbahiyên Newrozê re Pêngava me ya Azadiyê ya Gerdûnî derdixînin bilindtirîn astê. Ji çiyayan heya zindanan, ji Kurdistanê heya derveyî welêt, li hemû qadan hewl tê dayîn ku hemû astengî û zehmetî werin derbaskirin û vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ev yek tê wateya layiqbûna Rêbertî, şehîd û gerîlayan. Em baş dizanin ku helwesta gel, jin û ciwanên ku xwedî hişmendiyeke wisa û girêdayî vî esasî bi ruhekî fedaiyane tev digerin tu carî têk naçe. Di vê çarçoveyê de em her kesê ku li qadên Newrozê govenda azadiyê digerînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind dikin, bi rêz û hurmet silav dikin û banga geştirkirina agirê Newrozê ya azadiyê dikin.

MEŞÊN AZADIYÊ DERBÊN GIRAN LI FAŞÎZMA AKP Û MHP’Ê XIST

Ev Meşa Mezin a Azadiyê ku bi pêşengtiya Berxwedana Îmraliyê û Zapê ji aliyê jin û ciwan, gelê me û dostên me ve hate pêşxistin, derbên mezin li faşîzma AKP û MHP’ê xist û hevsengiya dîktatoriya faşîst serûbin kir. Bi vî awayî ew faşîzm êdî nikare li ser piyan bimîne û hebûna xwe bidomîne. Ji ber vê yekê ye ku di navbera Emerîka, Ewropa û Iraqê de tê û diçe û ji her kesî re lavayan dike. Hemû çavkaniyên Tirkiyeyê difiroşe û dixwaze bi vê yekê li dijî Tevgera me û gelê me êrîşeke nû ya dagirkeriyê û qirkirinê pêk bîne û xwe ji bo vê yekê amade dike. Girêdayî vê yekê dixwaze xwe di çarçoveya êrîşeke dawî ya tunekirin û qirkirinê de rêxistin bike û van kiryarên xwe yên qirêj pêk bîne. Ger bi ser bikeve, xwe amade dike ku piştî hilbijartin û cejnê êrîşeke wiha pêk bîne. Hewce ye hemû gel û dostên me vê yekê baş bizanin.

Bê guman xwestin û pêkanîn tiştên ji hev cuda ne. Her kes weke Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî dîktatorên faşîst û dijminên gelê Kurd nîne. Her wiha ne diyar e ku faşîzma AKP û MHP’ê wê ji bo zêdetirkirina faşîzma xwe çi qasî hêzê kom bike. Lê belê em weke Tevger û gel hewce ye em bi awayekî cidî li nêzî van hewldanên dijmin ên berbehs bibin û xwe ji bo têkbirina êrîşên muhtemel amade bikin. Hewce ye em bi hêza xwe û siyaseta xwe êrîşên dijmin ên muhtemel têk bibin. Em li vir bes dibêjin, ‘Ger werin wê encamên wê jî bibînin.’ Dîsa em bang li hemû demokratên ji Iraqê û heya Ewropayê dikin ku bila nebin hevkarê sûcên dijmirovahiyê yên faşîzma AKP û MHP’ê.

Newroz vejîn e, rojeke nû ye, hatina demsala biharê ye û  destpêka sala nû ye. Ji bo gelê Kurd û mirovahiyê tiştekî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê xweşiktir û pîroztir tune ye. Em weke gel û tevger, Newroza sala 2024’an bi vê feraset û ruhî pêşwazî dikin û bi yekkirina Tevgera xwe ya Azadiyê ya Gerdûnî bi Newrozê re ber bi serkeftinên nû ve dimeşin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku beşdarî vê meşa azadiyê ya pîroz bibin û agirê Newrozê yê azadiyê li her qadê geştir bikin û Pêngava me ya Azadiyê ber bi serkeftinê ve bibin!”