BI DÎMEN

Erebên Şengalê: Me bi paradîgmaya Rêber Apo Newroz nas kir

Li gundewarên Şengalê ji bo gelê Ereb cara yekem li ser wateya Newrozê semîner hat dayîn. Beşdarên semînerê gotin, “Bi paradîgmaya Rêber Apo re me Newroz nas kir. Em bi hêvîne ku ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Apo.”

NEWROZ

Li gundewarên Şengalê ji bo gelê Ereb li ser wateya Newrozê semîner hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyan dest pê kir. Di dîroka gelê Ereb ê heremê de caareke yekem e semînarek li ser wateya Newrozê tê li dayîn.

Hevserokê Meclisa Gundewarên Ereban Ebû Segir Cejna Newrozê li hemê gelan prîoz kir û wiha axivî: “Armanaca kom bûna me ew e ku em wateya Newrozê bi gelê xwe bibin nas kirin. Me di vê dema dawî de dît ku ne tenê gelê Kurd cejna Newerozê pîroz dike, heya bi gelên Ewropayê jî Newrozê pîroz dikin. Fikra rêberertiya me hişt ku em gelê heremê bi hev re vê cejnê pîroz bikin.”

Jina ciwan a bi navê Merwa Fadil ev tişt anî ziman: “Em îro ji ber wataya Newrozê li hev civiyan û kom bûn. Beriya ku em fêrî fikirê Rêber APO bibin me qet nizanî Newroz çi ye û tê çi wate yê. Lê îro em dizanin ku Newroz ne tenê ya gelê Kurd e, ya hemû gelan e.”

Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Ezîz Hesaw ajî ev tişt anî ziman: “Em bi hêvîne ku Newroza îsal bibe Newroza azadiya Rêber Apo. Cejnek mîna Newrozê dikare pêkvejiyana tevahî gelan pêl bîne û gelan bigihîne serkeftinê.”

Jina bi navê Nofa Şerabî Cejna Newrozê li tevahiya gelan pîroz kir û wiha axivî: “Beriya ku em fikra Rêber Apo nas bikin me tu wateya Newrozê nizanîbû, lê niha em dizanin ku Newroz roja pêkvejiyanê ye û roja wekheviyê ye.” 

Ji beşdaran Mera Fadil diyar kir ku ew dixwaze rojek beriya din bibe Newroz û agirê Newrozê dade.

Piştî semînerê  welatiyên Ereb derketin derve û agirê Newrozê hat pêxistin.