BI DÎMEN

Agirê Newrozê li Zagrosan hate dadan

Gerîlayên li qada Zagrosê bi merasîmekê Newroza 2024'an pîroz kirin.

Li çiyayê Zagrosê bi merasîmeke bi heybet Newroz hate pîrozkirin. Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur li merasîmê axivî.

Fermandara YJA Star’ê Hêzil Ozgur wiha dest bi gotinên xwe kir: ‘’Di serî de em Newroza sala 2024’an li Rêber Apo pîroz dikin. Cardin li hemû gelê me yê welatparêz û dostên gelê Kurd em pîroz dikin. Li hevalên ku heta niha di zindanên dewleta Tirk a dagirker de li ber xwe didin pîroz dikin. Ev çend sal in hevalên me yên ku di çeperên şer de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li ber xwe didin û şerekî giran didin meşandin, em Newroza wan hevalan jî pîroz dikin.

Hêzil Ozgurê axaftina xwe ya ji bo gerîlayan wiha domand: “Weke ku hemû heval jî dizanin ev çend salên dawiyê ne dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên herî dijwar ên li ser  Tevgera me û gerîlayan qirkirin û dagirkirina axa me armanc dike û şerekî dijwar dide meşandin. Di nava van şert û mercan de em îro li Zagrosan kom bûne û Newroza xwe pîroz dikin.  Newroz ji bo me bihar e. Newroz roja berxwedanê ye, roja serkeftinê ye. Em bi vî rengî li cejna Newrozê dinêrin. Gelê Rojhilata Navîn xwe di vê çandê de dibîne û Newroza xwe pîroz dike. Gelê Kurd di dîroka xwe de bi Kawayê hesinkar li hemberî Dehaqan serketin bi dest xist, îro bi çanda Mazlûm Dogan, bi çanda Xeyrî Dûrmûş,  bi çanda Zîlanan, Berîtanan, Egîdan vê berxwedan û xetê dewam dike. Li hember dagirkerên wekî dewleta Tirkiyê îro şerekê pir mezin, berxwedaniyeke pir mezin li ser axa Kurdistanê tê meşandin.  

Hêzil Ozgur bi dewamî anî ziman ku êrîşên artêşa Tirk li valatiyê ketiye û wiha dawî li axaftinên xwe anî; "Niha dewleta Tirkiyê careke din amadekariya xwe ya şerekî mezin dike. Li Herêmên Parastina Medyayê di serî de Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn, Xakurkê û her wiha heremên din hedef dike ku gerîla li wan herêman nehêle. Şerê gerîla yê li Zap, Avaşîn û Metînayê, radeya berxwedana ku bi pêş ket dewleta Tirk da sekinandin. Bi saya wan hevalên me yên qehreman ên ku şehîd ketin, di van çeperan de heta niha jî li ber xwe didin. Arteşeke wekî artêşa dewleta Tirkiyeyê da sekinandin. Dewleta Tirk her çiqas vê yekê neyne li ser ziman jî ew li hemberî vê berxwedanê li bin ketiye. Dagirkeriya Tirkiyeyê ev 2 sal in dixwaze li Zapê serweriya xwe bide ava kirin. Lê belê berxwedana hevalan serweriya dewleta dagirker vala derxistiye û êrîşên dagirkeran daye sekinandin. Ji bo vê jî niha bi rêya dostên xwe, bi rêya diplomasî, bi têkiliyên cudatir, bi hêzên Kurd ên heremî re, heman demê bi hikûmeta Iraqê re dixwaze êrîşê bînin li ser me. Lewra dewleta Tirk êdî fêm kir ku bi tenê serê xwe nikare li hemberî me şer bike. Dixwaze ji derdor piştevaniyê bigre û bi ser me de were. Weke hêzên HPG û YJA STARê dîroka me ya berxwedanê ye. Me ev çanda berxwedêriyê beriya her kesî ji berxwedêrê mezin, ji Rêber Apo wergirtiye. Berxwedana ku îro li Îmraliyê tê kirin, çanda me ye. Berxwedana ku li zindana Amedê hat meşandin, çanda me ye.  Em li ser çanda berxwedaniyê, li ser çanda ku timî tola xwe radike birêve diçin. Gelê me tu carî li hemberî êrîşan serê xwe daneniye û wê daneyne.”

Merasîma bi heybet ya gerîlayên Zagrosan bi bi dirûşmên "BIJÎ SEROK APO, BÊ SEROK JIYAN NABE, BI CAN BI XWÎN EM BI TE RE NE EY SEROK, JIN JIYAN AZADÎ" bi dawî bû.