Di Newroza Hezexê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hat kirin

Li navçeya Hezexê bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê hatin cem hev û Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

NEWROZ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li her derê Kurdistanê Newrozê pîroz dike û li hemû bajaran didome. Li navçeya Hezex a Şirnexê jî li ber avahiya DEM Partiyê agirê Newrozê hat vêxistin. Bi sedan kes tevlî Newrozê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez axivî.

Jin û ciwan bi cil û bergên gelerî tevlî Newrozê bûn, li ber stranên hatin gotin govend gerandin.

Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez li vir axaftinek kir û balkişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Îrmez da zanîn ku 36 mehe tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan li ser hemû Tirkiyeyê pêk tê. Îro krîzek mezin a aborî tê jiyîn. Edelet tuneye. Sedema vê pirsgirêka Kurd û tecrîde. Pirsgirêka Kurd bi edeletê dikare çareser be. Muxatab diyare. Çareseriya pirsgirêka Kurd şert e."

Îrmez anî ziman ku ew di pêvajoyeke girîng a beriya hilbijartineke mezin de ne û got: “Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi muxalefetê re dikarin di hilbijartinên 2028’an de AKP û MHP’ê biguherînin. Ji ber vê yekê divê em biçin ser sindoqan. Divê em mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund beşdarî xebatên hilbijartinê bibin."

Îrmez got ku her dengê ji AKP'ê re bê dayîn ji MHP'ê re tê dayîn û bal kişand ser girîngiya vêxistina agirê azadiyê li her bajarên Kurdistanê.

Piştî axaftinê peyamên ku parlametnerên berê yên Şirnexê yên HDP’ê şandibûn hatin xwendin. Pîrozvahî bi govendê bidawî bû.