Ayşegul Dogan: Rêya azadiyê Îmralî ye

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di Newroza Cizîrê de axivî û got: “31’ê Adarê em ê mizgîniyeke mezin bidin. Deriyê mizgîniyê Îmralî ye, gelo hûn ê wê deriyê vebikin? Rêya çareserî, aştî û azadiyê Îmralî ye.”

NEWROZA CIZÎRÊ

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê ku li qada vala ya li Taxa Banê Xanê tê lidarxistin, destpê kir. Bi hezaran Cizîrî tevî barîna zêde jî ji saetên zû yên serê sibehê ve ji deverên cuda yên navçeyê hatin qadê.  

Welatiyan dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û heta demekî dirêj govend gerandin. Gelemperiya welatiyan bi cil û bergên kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. Her wiha qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer xemilî ye û bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di vê navberê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Komîteya Amadekar a Newrozê û namzetên hevşaredariyê yên Cizîrê gel silav kirin.

Welatî li ber stranên hunermend Welat kêliyên bicoş jiyan. Her wiha peyama girtiyan hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Me jî gelek dixwest îro bi we re tevlî Newroza Cizîrê bibin. Dilê me bi we re ye.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di pîrozbahiyê de axivî û got ku girîngî û wateya Newrozê ji bo Cizîrê cuda ye. Dogan, wiha domand: “Newroz, ruhê 92’yan e. Bajarê têkoşîn û azadiyê; we îro careke din nîşan da ku nekarîne bi kurdan serî bidin tewandin. Cizîrê careke din îrade û biryardariya xwe nîşan da.”

Bi domdarî Dogan ev tişt anî ziman: “Newroz, têkoşîn e, em careke din li gelên Mezopotamyayê pîroz dikin. Bersiva me ya li dijî polîtîkayên li dijî kurdan tên meşandin zelal e. Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê polîs û leşker anîne û li benda encamên cuda ne lê dîsa jî Cizîr dê hêza xwe li ser sindoqan nîşan bide. Şirnex bi rêya hîleyan standin lê em ê careke din destûrê nedin vê. Em ê di 31’ê Adarê de mizgîniya mezin bidin. Deriyê mizgîniyê Îmrali ye, gelo hûn dê wê mizgîniyê bidin? Rê û navnîşana çareserî, azadî û aştiyê Îmrali ye.”

Di pîrozbahiyê de her wiha nirxandinên Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribûn hatin xwendin. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Hîvronê didome.