KNK: Em Newrozê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin, pîroz dikin

Konseya Rêveber a KNK’ê cejna Newrozê li hemû gelê Kurd pîroz kir û ev bang kir: “Divê her kes dakeve qadan û Newrozê bi ruhê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.”

DAXUYANIYA LI SER NEWROZÊ

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand û Newroz li hemû gelê Kurd pîroz kir.

Daxuyaniya KNK’ê bi vî regnî ye:

“Di dîroka Kurdistanê de her tim Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxedanê ye, Newroz serhildane, Newroz roja serkevtina li hember zilmê ye, Newroz cejna azadiyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna li dijî bindestiyê derketiye holê. Li dijî zulmê, koletiyê, dagirkeriyê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê.

Îro gelê Kurd, bi ked û berxedana xwe ya salan û bi berdelên mezin, Newroz kiriye şahiyeke mezin a gelêrî û roja berxwedanê. Her wiha bi vê keda xwe di qada navneteweyî de jî, Newroz weke cejna Kurdan daye naskirin. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li derveyî welat herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî de, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warê jiyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.

Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemî astengiyên dagirkeran, dîsa jî bi wateya xwe tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir dibe.

Bi Newrozê ve em dest bi salekî nû dikin. Sala derbazbûyî di hemû waran de bû salekî têkoşînê. Di nava vê salê de dijminên me gelek aktîf bûn û li gelek deveran bi hêzên mezin êrîş kirin. Bi taybetî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Başûr û Rojava zêde kirin. Dewleta Tirk dijminê sereke yê gelê Kurd e. Dewleta Tirk li kû deverê cîhanê be bila bibe, hewl dide hemû deskeftiyên Kurdan têk bibe. Li hember êrîşên dewleta Tirk, ji aliyê Tevgera Azadiyê ve li seranserê Kurdistanê berxwedanek mezin hate meşandin. Bi taybetî operasyonên hêzên HPG’ê yên li Xakurkê, Metîna, Zap û Avaşîn, mohra xwe li salê dan.  Dewleta Îranê jî di vî warî de şîrikê dewleta Tirk e. dewleta Îranê di nava vê salê de bi desteka hikumeta Bexdayê êrîş û zextên mezin anîn ser hêzên Kurdî.

Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êrîş dikin. Taybetî dewleta Tirk, ji bo têkbirina hemû deskeftiyên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşekî mezin de ye. Heyetên dewleta Tirk ji mehên payîzê û vir ve, bi awayekî periyodîk yan serdana Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin, yan jî wan vedixwînin Enqereyê. Amanca wan ew e ku hukumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê jî bikin şîrikê xwe û di mehên biharê de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonên mezin pêk bînin.

Dewleta Îranê jî bi hemû awayî gel û çalakvanên me hedef digre û dixwaze hêzên azadîxwaz ji holê rake. Herçend statûyek fermî li Başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewam in. Dijminên me ji bo lewazkirin û têkbirina vê statuyê, li ser karin û di nava dek û dolaban de ne. Eve ji salekî zêdetire wext li ser hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbazbûye û parlamento fîîlen nîne. Meseleya hilbijartinan niha bûye krîzek kûr. Ev jî meşrûyeta hukumetê têxe bin pirsê û xeteriyê li ser dem û dezgehên Kurdistana federal çêdike. Li Rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewamin û hingî diçe gefên dewleta Tirk zêde dibin. Rejîma Surî jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftiyên gelê me yên li Rojava têk bibin.

Rewşeke teybet li zîndanan heye. Li zîndanên Tirkiye û Îranê, bi deh hezaran girtiyên me yên siyasî hene û di bin zextekî mezin de ne. Ji Birêz Abdullah Ocalan û 3 hevalên wî yên li girava Îmraliyê, eve sê salin agahdarî nîne û rewşa wana ne diyar e. Çavên hemû girtiyên siyasî li me û li xebata me ne. Divê em ji xwestin û hêviyên wana re bibin bersiv. Divê em bi serxistina şoreşê wan azad bikin.

Ev rewşa li jorê bi kurtî hatî behskirin, erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêza parastinê bê xurtkirin, divê êrîşên dijminan bêne şikanandin, divê deskeftên heyî bêne parastin û deskeftên nû bêne bi destxistin. Divê hevkariya bi dijminan re weke xeta sor bête dîtin û bête mehkumkirin. Ji bo van hemûyan divê di serîde yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê.

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; weke her sal dakevin qadan û Newrozê bi ruhê berxedanê pêşwazî û pîroz bikin.

Di vê qonaxa giring ya pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Dem dema xurtkirina berxwedanê ye.

Dem dema azadiyê ye.

Newroz pîroz be!”