KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kalkan: Kes nikare vê rabûna azadiyê bisekinîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku Newroza herî mezin û şênber a hemû deman di sala 2024'an de pêk tê û got, "Kî çi dike bila bike, çiqasî êrîş dike bila bike, ev îradeya azadiyê ya gelê Kurd wê nikaribe bê sekinandin." -
Erebên Şengalê: Me bi paradîgmaya Rêber Apo Newroz nas kir
Li gundewarên Şengalê ji bo gelê Ereb cara yekem li ser wateya Newrozê semîner hat dayîn. Beşdarên semînerê gotin, “Bi paradîgmaya Rêber Apo re me Newroz nas kir. Em bi hêvîne ku ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Apo.” -
Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Her sal wek kevneşopiyekê li qûntara Qendîlê bi beşdariya dehan hezar kesî Newroz tê pîrozkirin û peyamên girîng tên dayîn. Qendîl ji bo Newroza îsal jî amade ye. -
Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
Hevşardara berê ya HDP’ê ya Artûklûyê Sevînç Bozan ku ji bo îfadeyê çû Edliyeya Mêrdînê, hat binçavkirin. -
Uysal: Silav ji Abdullah Ocalan ê ku ruh da Newrozê re!
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal di pîrozbahiya Newrozê ya li quntara Çiravê pêk hat de axivî û got, "Em ji vê qadê silavên xwe ji Birêz Ocalan ê ku ruh daye Newrozê û 25 sal in di nava tecrîdê de ye, dişînin. Em Newroza wî pîroz dikin." -
Li Nisêbînê piştî Newrozê meş
Li Nisêbînê piştî şahiya Newrozê ciwanan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin û dest bi meşê kirin. -
Newroza Nisêbînê: Deriyên Îmraliyê vekin
Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û bangeke bi vî rengî li desthilatdariyê kir: "Deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin." -
Bakirhan li Newroza Êlihê ye: Xelkê Êlihê wê bersiveke baş bide wan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di şahiya Newrozê ya li Êlihê de axivî ku bi deh hezaran kes beşdarî Newrozê bûne. Bakirhan bal kişand ser hilbijartinên xwecihî. -
Bi hezaran kes li qadên Newrozê ne
Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dikin. Di serî de herêma Serhedê li 14 navendan agirê Newrozê tê geşkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker hêzên leşkerî dişîne Başûrê Kurdistanê
Dewleta Tirk a dagirker di ser Deriyê Sînor ê Deştanê re hêzên leşkerî dişîne Başûrê Kurdistanê. -
Tulay Hatîmogûllari: Bila azadiya Birêz Ocalan misoger bibe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Newroza Bazîdê axivî û got, "Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û azadiya Birêz Ocalan misoger bibe." -
MAK’ê amûrên teknîkî yên îstîxbaratê hedef girt
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku ‘fotokemîn, sensor û kamerayên termal’ ên ku li dijî gerîla tên bikaranîn, tespît kirine û ew îmha kirine. -
Bang hate kirin ku 21'ê Adarê agirê Newrozê li Amedê bê geşkirin
Seroka Komîteya Amadekar Pinar Sakik li ser amadekariyên pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê ya li Amedê daxuyanî da û bang kir ku li Amedê agirê Newrozê bê geşkirin. -
Mezlûm Heften: Jin, Jiyan, Azadî cewher û naveroka sereke ya Newrozê ye
Endamê Meclîsa PJAK'ê Mezlûm Heften diyar kir ku piştî serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" Newroz li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir nêzîkê wateya xwe ya rasteqîn bûye ku berxwedana li hemberî zilm û tepisandinê ye. -
Mexmûriyan bi coşeke mezin agirê Newrozê gur kirin: Ev Newroza azadiya Rêber Apo ye
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê agirê Newrozê bi coşeke mezin hate dadan û ev peyam hate dayîn: “Wê Newroz bibe, Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.” -
Li Bane Newroz hat pîrozkirin
Li gundê Sûtû yê Bane tevî barana zêde jî şênî li nava gund kom bûn û Newroz pîroz kirin. -
Li çiyayên Kurdistanê şahiya Newrozê
Gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê Newroz bi coş pîroz kirin. -
Zîlan Vejîn: Armanca me ya herî mezin a vê salê azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn Newroz li gelên Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku armanca wan a bingehîn a vê salê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî banga mezinkirina têkoşînê kir. -
Amed ji Newrozê re amade ye: Werin em bi hev re agirê Newrozê dadin
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn got, "Me amadekariyên xwe hemû temam kirine. Em ê Newroza Amedê bi coş pîroz bikin. Werin em bi hev re agirê Newrozê dadin." -
Endamê HDP’ê yê ku hatî derbkirin, hate girtin
Polîsan îro bi ser mala Nezîr Îlek de girt û bi tundiyê ew binçav kirin. Hat zanîn ku bi biryara dadgehê Nezîr Îlek ê HDP’î hate girtin. -
PDK’ê wê beşdarî hilbijartinan nebe
Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê, ragihand ku wê tevlî hilbijartnan nebe. -
Xelkê Qilebanê tevî barana zêde jî li qada Newrozê bû
Li Qilebanê tevî barana zêde jî agirê Newrozê hate pêxistin. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya di Newrozê de axivî û got: “Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê şikandin, em nikarin jiyaneke azad biafirînin.” -
Newroza Kanîreşê: Heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin!
Li Kanîreşê bi sedan kes bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn. Parlamenter Salîha Aydenîz got, "Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin.” -
Newroza Dîgorê: Newroz azadî û berxwedan e
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Newroza Dîgorê ku berf lê dibare, axivî û got: “Newroz azadî û aştî ye. Newroz berxwedan e.” -
Sara Reza: Newroza îsal wê bibe Newroza rizgariyê
Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Sara Reza têkildarî Newroza îsal axivî û wiha got: “Newroza îsal di çarçoveya ‘kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’yê de ye.”