BI DÎMEN

Newroza Îdirê: Tecrîd hebe xwişk-biratî nabe, tecrîd divê rabe!

Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin pêk hat. Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got, "Tecrîd hebe, xwişk û biratî nîne. Tecrîd wê rabe."

Bi hezaran kes li qada Kiliçê li hev kom bûn û bi kincên neteweyî qada Newrozê xemilandin.

Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariay Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Necla Kûm tevî namzetên hevşaredariyên din silav dan gel.

Piştî xwendina peyama TJA'yê Necla Kûm axivî, bal kişand ser girîngiya Newrozê û ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê banga tevlîbûnê kir.

Mehmet Nûrî Guneş jî anî ziman ku girse û coşa wan mîna hilbijartinên xwecihî yên 2019'an mezine.

Guneş diyar kir ku ew bawer dike gelê Îdirê bi vê coşê wê di 31'ê Adarê de tevlî dengdanê bibe.

Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan jî anî ziman ku Newroz tenê cejnek nîne, di heman demê de serhildan û berxwedan e.

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku gelê Kurd wê ti carî dest ji têkoşîna azadiyê bernede û nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê da.

Pervîn Bûldan ji wan kes û hêzên li pêşiya aştiyê dibin asteng got, bi tecrîdê wê nikaribin paşeroja gelekî têk bibin.

Pervîn Bûldan got, "Li Îmraliyê ne tenê Birêz Ocalan, hûn temamiya vî gelî tecrîd dikin. Ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Tecrîd hebe xwişk û biratî nîne. Tecrîd wê rabe, azadî wê pêk were, aştî wê pêk were, demokratîk wê bê vî welatî."

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn piştre nirxandinên Abdullah Ocalan ên Newrozên derbasbûyî xwend. Piştre jî siyasetmedaran agirê Newrozê dadan û govend gerandin.

Di dawiya pîrozbahiyê de Koma Bajar û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê hunera xwe pêşkêş kirin.