KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Salîha Aydenîz: Heta tecrîd bê şikandin em ê her roj û li her derê li ber xwe bidin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li konferansa partiya xwe ya Amedê got, "Heta ku tecrîd bê şikandin û Abdullah Ocalan azad bibe em ê her roj û li her derê li ber xwe bidin." -
Li dijî tecrîda li Îmraliyê wê 18'ê Mijdarê ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku di 18'ê Mijdarê de wê ber bi Gemlîkê ve 'Meşa Azadiyê' bê lidarxistin. -
Konferansa Mezin a DBP'ê li Amedê destpê kir
Konferansa DBP'ê bi dirûşma 'Em bi civaka rêxistinbûyî jiyana azad ava bikin" bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir. -
Dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev bi dijwarî Herêma Biradostê bombebaran kirin. -
Melîsa Îştar beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bû
Li Mexmûrê Melîsa Îştar beşdarî ji pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ bû. -
Li Qoserê qeyûm hatin protestokirin: Gel wê hesab bipirse
Di salvegera xespkirina Şaredariya Qoserê de, qeyûm hatin protestokirin. Peyama “Gel wê hesab bipirse” hat dayîn. -
Xizmên Windayan ji bo Çakici û Boran hatin cem hev
Xizmên Windayan aqûbeta Ahmet Çakici û Halît Boran ên di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin windakirin pirsîn. -
Hêzên Îranê êrîşî kolberan kir: 5 kes birîndar bûn
Hêzên Îranê li li bajarê Saqizê gule li komeke kolberan barand. Di encamê de 5 kolber bi giranî birîndar bûn û 10 kolber jî hatin girtin. -
HPG: Li Serhedê 6 dagirker hatin cezakirin, wesayîta zirxî hate îmhakirin
HPG’ê got: “30’ê Cotmehê wesayîta zirxî ya tîpa Ejder ber bi qereqola Onûrtepe ya li herêma Tendûrekê ve diçû. Bi çekên ferdî û nîv otomatîk û bi taktîka kemînê li wesayîta zirxî hate xistin. 6 dagirkerên ku di hundirê wesayîtê de hatin cezakirin.” -
Hunermend Xefûrî jiyana xwe ji dest da
Hunermendê herêma Hewraman û Kurdistanê, Cîhan Bexş Xefûrî, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. -
Ayten Dêrsim: Xweparastin şêwazê jiyanê ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsim, diyar kir ku divê xweparastin bibe şêwazê jiyanê û got, "Xweparastin ji bo zindiyekî weke xwarin, av û stargehê pêwîst e, şêwazê jiyanê ye." -
HPG’ê şehîdên Xakurkê bi bîr anî
HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Hevrêyên me weke mîlîtanên ku ji hemû ciwanên Kurdistanê re bibin mînak, di dîroka me ya azadiyê de cihê xwe girtin.” -
Li Şirnexê qeza trafîkê: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarokê Qesirkê yê Şirnexê di encama qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Rojnamevanên Mexmûrê xwestin ku Silêman Ehmed were berdan
Edîtorê Servîsa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û 10 roj in agahî jê nayê girtin. Rojnamevanên Mexmûrê xwestin ku Silêman Ehmed were berdan. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê weşand ku 19’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate kirin. -
DFG’ê rapora meha Cotmehê weşand
Di rapora meha Cotmehê ya DFG’ê de hat gotin ku 12 rojnamevan hatine binçavkirin, 3 ji van hatine girtin û bi giştî 10 sal ceza li 2 rojnamevanan hatiye birîn. -
Karayilan: Doktrîna me ya şer, serkeftin e - NÛ BÛ
Mûrat Karayilan diyar kir ku doktrîna wan a şer, ev 3 sal in nahêle ku dewleta Tirk encam werbigire û got: “Dewleta Tirk dixwaze bi tasfiyekirina gerîla, pêvajoya tasfiyekirina gelê Kurd temam bike. Lewma ji bo me stratejîk e.” -
Li Helebceyê 9’emîn Mîhrîcana Hinar û Payizê hat lidarxistin
Li Helebceyê 9’emîn Mîhrîcana Hinar û Payizê hat lidarxistin. Zêdetirî 700 cotyaran di mîhrîcanê de berhemên xwe nîşandan û bi sedan kesî jî serdana mîhrîcanê kir. -
Li Geverê êşkence li malbatekî hate kirin
Derket holê ku dema beriya mehekî polîsan bi ser malekî li navçeya Gevar a Colemêrgê de girtine, êşkence li hemû malbatê kirine. -
Xelkê Mexmûrê li dijî lihevkirina PDK-Iraqê meşiya
Xelkê Mexmûrê ji bo ku PDK’ê ewlekariya wargehê negire meşek lidar xist. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimre Îxanet" hatin berzkirin. -
Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin. -
CPJ xwest rojnamevan Silêman Ehmed bêşert bê berdan
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li DYE'yê ye xwest ku rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê hêzên PDK'ê ve di 25'ê Cotmehê de hate revandin, 'bêşert bê berdan'. -
HPG'ê bîlançoya şer a Cotmehê eşkere kir: 205 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir. Di 278 çalakiyan de 205 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di şer de 12 gerîla şehîd bûn. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Gelê Kurd îro jî bi ruhê Kobanê li ber xwe dide
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê bi ruhê Kobanê li ber xwe dide û got, "Çawa ku DAÎŞ li Kobanê bi ser neket, dewleta Tirk û hevkarên wê jî wê bi ser nekevin." -
Du fermandarên YBŞ’ê li Şengalê hatin bîranîn
Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, li komalgeha Duhla ya Şengalê hatin bîranîn.