BI DÎMEN

Li Qoserê bi deh hezaran herikîn qada Newrozê

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn.

BI DEH HEZARAN KES HERIKÎN NEWROZÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya li Qada Otogarê bûn. Beriya destpêkirina bernameyê, wlatî bi saetên berê li dora qadê civiyan ku bi bariyeran hatibû girtin. Bi vekirina deriyan re jî welatî bi nîşaneyên serkeftinê û bi dirûşma “Bijî Newroz” ketin qadê.

Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirine jî bi pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” tevlî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Tevî hemû astengkirinên polîsan jî girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlum Dogan û filamayên bi rengên kesk, sor û zer xistin qadê. Her wiha ciwanên li qadê pankarta “Yê ku dide meşandin tu yî, şukir ji qudreta te re” û "Jina azadbûye nîşaneya ciwaka demokratîk û azad e” ku wêneyên Bubo Taş û Mehmet Akar ên li dijî tecrîdê xwe şewitandibûn hilgirtin. Di dema pîrozbahiyan de her wiha posterê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan hate vekirin. Ciwanan bi posteran li qadê meş li dar xistin.

Beriya destpêkirina bernameyê, girseyê li ber stranan govend gerandin û gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê heta demekî dirûşma "Şehîd namirin" berz kir.

Ji ewil Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de derketin ser dikê. Ji bo dayikan girseyê bi yek carî li çepikan dan. Dayika Aştiyê Halîme Kaya Newroza gelê kurd pîroz kir û got ku gelê kurd aştiyê dixwaze û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir.   

Dihat payîn ku siyasetmedar agirê Newrozê vêxin lê ciwanan agir vêxist. Ciwanan cil û bergên li ser xwe derxistin û agirê Newrozê vêxistin.

Piştre jî hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û namzetên hevşaredariyê hatin ser dikê û gel silav kirin.  

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ji ewil wate û girîngiya Newrozê vegot û bang li gel kir ku di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.

Namzetê din Ahmet Turk jî girse silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştiyê. Turk, got ku xelkê Qoserê li dijî kesên dixwazin têkoşîna gelê kurd tune bikin, berxwedana gelê kurd bifetisînin û nasnameya wan tune dihesibînin dibêje; “Ez azadiyê dixwazim û bijî azadî.” Bi domdarî Turk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Pirsgirêka kurd bi zilmê çareser nabe.” Her wiha Turk ji bo hilbijartinan jî got ku dê bersiva pêwîst were dayîn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî Newroza Abdullah Ocalan û girtiyan pîroz kir. Guneş, got ku ew ê bi ruhê Newrozê biçin ser sindoqan û ev tişt anî ziman: “Her dengê ji bo AKP’ê tê dayîn, ji bo şer û guleyan diçe. Em ê bi ferqekî mezin qezenc bikin.” Parlamenterê DEM Partiyê yê bajar George Aslan jî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demên berê de têkildarî Newrozê kiribû xwend.

Parlamenter Saliha Aydenîz jî gel silav kir û got: “Bila kesên Kurdistanê nas nakin baş li meydana Qoserê binêrin. Bila baş li meydana Amedê binêrin, ev der Kurdistan e.” Bi domdarî Aydenîz kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Aydenîz, bi domdarî got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in di tecrîdê de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan îradeya gelê me ye. Tu kes nikare îradeya me teslîm bigire. Heke birêz Ocalan biaxive, dê azadî û aştî were vî welatî. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Nifteya çareseriyê jî birêz Ocalan e. Dê ev Newroz bi xwe re azadiya birêz Ocalan û gelê kurd bîne. Tu kes nikare xwe li pêşiya sekna gelê kurd bigire.”  

Piştî axaftinan, hunermend derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.