Kalkan: Kes nikare vê rabûna azadiyê bisekinîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku Newroza herî mezin û şênber a hemû deman di sala 2024'an de pêk tê û got, "Kî çi dike bila bike, çiqasî êrîş dike bila bike, ev îradeya azadiyê ya gelê Kurd wê nikaribe bê sekinandin."

NIRXANDINA DÛRAN KALKAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û rojev nirxand.

Di destpêkê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir û got, "Li Îmraliyê êşkence, tecrîd dewam dike, yanî rewşeke nû nîne. Sê sal tijî kir, ti agahî jê nîne. Nîşaneyeke ku vê rewşê biguherîne jî nîne. Têkoşîn heye. Vaya di dema dawî de hewldana doktoran çêbû. Hişyarî hatin dayin. Li ser mijara tenduristiya Rêber Apo û şert û mercên girava Îmraliyê bal kişandin ser hin xisûsên bingehîn. Bêguman dereng ketibe jî girîng bû. Divê israr bikin, serlêdanên bi heman rengî bêne kirin. Têkoşîna hiqûqî bi rêbazên cuda yên têkoşînê divê bê bikaranîn. Ev yek girîng e. Ji ber ku ev yek eşkere ye; her tişt bi têkoşînê bi dest dikeve. Rewşa heyî wê bi têkoşînê bê guhertin. Lewma têkoşîn girîng e. Li ser têkoşînê pêşketinên girîng hene."

Kalkan ba kişand ser pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya ku 10'ê Cotmehê di asta navneteweyî de hate destpêkirin û anî ziman ku li her qadê xwedî li azadiya Rêberê Gelê Kurd hate derketin, mîna asta bilind a qonaxa duyemîn bû.

Kalkan got, "Pêvajoya Newrozê niha vê yekê digihîne asta hîn bilindtir. Bi rastî jî pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî di qonaxa duyemîn de girseyî dibe. Diyar e ku wê bigihêje asteke welê ku ji çalakiyên girseyî yên heta niha hatine lidarxistin hîn mezintir bibe."

'HÎN DI ROJÊN DESTPÊKÊ DE BI MILYONAN MIROV TEVLÎ NEWROZÊ BÛN'

Têkildarî pîrozbahiyên Newrozê jî Kalkan destpêkê Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gelan, jin, ciwan, dost, karker, kedkaran pîroz kir û ji her kesên ku di sala nû ya Newrozê de têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin serketin daxwaz kir.

Dûran Kalkan got, "Me Newroza îsal bi pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşwazî kir. Li her qadê em vê yekê tînin ziman. Me weke Newroza Rêbertî ragihand. Weke Newroza Azadiyê pênase kir. Weke Newroza azadî û serketinê derbasî dirûşman bû. Bi rastî jî hîn di rojên destpêkê de, hîn di destpêkê de bi milyonan mirov tevlî bûn. Li Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, beşek ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li derveyî welat, li qadên cuda yên Ewropayê hîn destpêkê bi milyonan mirov daketin qadan. Xuya ye ku ber bi roja Newrozê ve wê bi dehan milyon mirov dakevin qadan. Mirov dikare vê yekê bi şênberî bibêje. Ji ber ku girse hîn bi esasî neketiye nava liv û tevgerê. Mînak Amed hîn heye, Elmanya hîn heye. Rojava hînê destpê nekiriye. Rojhilat, Mahabadê hîn destpê nekiriye. Li her qadê bi xurtî belav dibe. Yanî serhildana Jin, Jiyan, Azadî, gelê Rojhilat di vê newrozê de daxwazên xwe yên azadiyê bi hîn xurtî û girseyî li qadên Newrozê nîşan dide. Ev gelekî girîng e. Ev yek wê di Newrozê de dewam bike. Hîn gavên destpêkê hatine avêtin, bi milyonan mirov daketin qadan. Dawiya wê wê bigihêje 10 milyonan mirovî. Dikare bigihêje 30-40 milyon mirovî. Lewma mirov dikare vê bibêje. Newroza herî mezin, herî bi heybet, beşdariya herî xurt, herî bi coş, herî bi hêvî, herî şênber pêk tê."

Kalkan anî ziman ku ev Newroz bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibe yek û got, "Lewma pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê û Newroz ji niha ve gihîştine asteke bilind. Bi vî rengî dewam bike wê ne tenê qonaxa duyemîn be, her wiha wê bigihêje asteke gelekî bilind. Ev yek hem ji aliyê xwedîderketina li Rêber Apo, hem ji aliyê bilêvkirina daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem jî ji aliyê girseyî ve wê bi coş be. Mirov bi coşeke mezin li hev dicivin û tevdigerin. Bi hev re vê daxwazê dikin: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Bi milyonan mirov di vê astê de bi rastiya Rêbertî, bi rastiya Rêber Apo gihîştiye vê astê. Bi dehan milyon mirov hene. Ev yek gelê Kurd e, jin e, ciwan in, karker û kedkar in, gelên cîran in, gelên Rojhilata Navîn in. Mirovahî hemû ye, jin, ciwan, karker, kedkar, bindest in. Di nava vê de yekbûneke navneteweyî heye. Xwedîderketina li rastiya Rêbertî, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê astê de ye. Êdî dikare ev yek bê gotin; kes nikare vê rabûnê bisekinîne. Kes nikare pêşî li vê meşê bigire.

Gelê Kurd û bindestan, tevî dostan biryar dane ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Vê yekê li qadên Newrozê nîşan didin û wê teqez bi ser bikevin. Wê encamê werbigirin. Heta encamê wernegirin wê nesekinin. Lewma têkoşîna me ya navneteweyî ya li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hem gihandin asta herî bilind, hem jî serketina vê nîşan dan. Nîşan dan ku wê serketin pêk were."

Kalkan got, "Kî çi dike bila bike, çiqasî êrîş dike bila bike, ev îradeya azadiyê ya gelê Kurd, jin û ciwanan, tevahiya mirovahiya bindest û gelan nikare bê rawestandin. Heta serketinê wê dewam bike û di dawiyê de jî wê teqez bi ser bikeve."

'BI DAGIRTINA QADAN HELWEST, ÎRADEYÊ NÎŞAN BIDIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan careke din Newroz li her kesî pîroz kir û bangeke bi vî rengî kir: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev çalakiyên Newrozê divê di asta herî bilind de bêne lidarxistin. Bi taybetî bang li gelê Bakur dikim kuk li Amedê bibin yek; bang li gelê me yê li Ewropayê dikim ku Newroza li Elmanyayê bikin Newroza herî mezin a heta niha, bang li gelê me yê li Rojava û Başûr dikim ku jin, zarok, extiyar, ciwan, mêr her kes qadên Newrozê dagirin, helwest û îradeyê nîşan bidin."

'LI ZAPÊ KETINE NAVA ÇIRAVÊ, JI BO JÊ DERKEVIN XWE DIGEVIZÎNIN'

Têkildarî danûstandinên vê dema dawiyê yên rayedarên dewleta Tirk ên li Iraqê û amadekariyên ji bo şer jî Kalkan nirxandineke bi vî rengî kir: "Careke din çûn Bexdayê, qaşo wê careke din bişêwirin. Tayyîp Erdogan wê meha Nîsanê careke din biçe Bexdayê. Faşîzma AKP-MHP'ê, rêveberiya Tayyîp Erdogan diçin û tên. Her kes vê dinirxîne. Her kes bi vê zane. Ne pêwîste ku em vê bibêjin. Tê gotin, amadekarî ji bo êrîşekê tê kirin. Wê êrîşeke nû ya leşkerî bike. Çapemeniya Tirk nîqaş dike. Gelo wê êrîşî ku derê bikin? Dibêjin wê êrîşî filan cihî bikin, filan deverê bikin. Gelek tişt têne gotin.

Fermandariya me ya biryargeha navendî daxuyanî da. Bi dîtina min têrê dike, ne pêwîste zêde tiştek lê bê zêdekirin. Lê belê têkildarî van hemû nîqaşan çend tişt dikarin bêne gotin. Ya yekemîn, amadekariyekê dikin. Dixwazin veguherînin şerekî psîkolojîk. Mîna; çûne filan deverê, filan hevdîtin kirin, ji filan deverê piştgiriyê werdigire. Lê belê kes nabêje, çima ewqasî hewcedarî her kesî bûye ev dewlet? Çima rewşeke bi vî rengî rû da? Gelo ev yek pêşketineke yan jî tengaviyeke, nîşaneya hilweşînê ye? Ya duyemîn hîn rast e. Faşîzma AKP-MHP'ê, rêveberiya Tayyîp Erdogan di encama derbên gerîla de ketiye vê rewşê. Têkoşîna gelê me ya bi pêşengiya jin û ciwanan ew xistiye vê rewşê. Têkoşîna dostên me ew xistine vê rewşê. Bi têkoşînê welê li faşîzma AKP-MHP'ê hatiye kirin ku bigihêje ber hilweşînê. Êdî nikare hebûna xwe dewam bike. Ne dikarin xwe vekişînin, ne jî dikarin bi pêş ve biçin. Me got; li Zapê asê mane, ketine nav açiravê û li çareyê digerin. Ji bo karibin xwe rizgar bikin, ji bo karibin ji çiravê derkevin xwe digevizînin. Ev lêgerîn hemû nîşaneya wê ye. Destpêkê divê ev yek bê dîtin. Ne weke marîfetekê bê dîtin. Ev yek encama têkçûna wan e.

Li ser vê bingehê endametiya Swêdê ya li nava NATO'yê bi kar anîn. Ji NATO'yê, ji DYE'yê hinek piştgirî wergirtin. Ew jî têrê nekir, hîn jî bawer nakin. Diçin Ewropayê, diçin DYE'yê. Bi rastî jî piştgiriyê didin yan nadin, ev jî têrê nake. Niha diçin Îranê. Dixwazin Iraqê, YNK'ê jî tevlî bikin. DYE, NATO, PDK ji xwe tevlî vî karî kirine. Yanî bi van hemûyan dibêjin em çawa dikarin li hemberî gerîla bisekinin, çawa dikarin hilweşîna xwe dereng bixînin û hilneweşin. Divê ev yek weke paşketinekê bê dîtin.

Belê amadekariyê ji bo êrîşekê dikin, lê belê ev amadekarî encamek ji rewşa xwe ya têkçûyî û tengavbûyî ye. Li ber her kesî digerin. Welê lê hatiye ku dikare destê her kesî maçî bikin. Dibêjin em bi filan deverê re axivîn, hevdîtin kir, wê filan tiştî bidin. Li ber digerin. Bi şênberî tê dîtin bê sîstema mêtinger faşîst, mejî û siyaseta dijminê Kurdan ketiye çi halî. Deverek nemaye ku serî lê nedaye, cihek nemaye ku xwe lê pêşkêşî bazarê nekirine, hêz, piştgirî nexwestiye. Li dijî Kurdan, li dijî PKK'ê kes nemaye ku hewl nedaye pê re li hev bike. Ewqasî ditirsin, ewqasî tengav bûne. Ev yek rastiyeke şênber e.

Bi rastî jî tiştên balkêş diqewimin. Bi taybetî li aliyê PDK'ê gelek tişt hatin gotin, lê ev yek jî dikare bê gotin. Nêçirvan Barzanî li filan cihî hevdîtinê dike. Herî dawî çû Enqereyê ji bo hevdîtinê. Di hevdîtinan de berê qet nebe alek datanîn, vê carê li ber ala dewleta Tirk bi Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Ne ji Iraqê ne jî ji rêveberiya Hewlêrê nerazîbûnek nehate nîşandan. Gelo Nêçirvan Barzanî wezîfedarê Iraqê ye? Qaşo weke Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê çûye, hevdîtinê dike. Yanî wezîfedarek, berpirsyarekî dewleta Iraqê, serokê rêveberiya Hewlêrê ye. Ala wan heye, ala herêmê heye, ala Iraqê heye. Ew danîne aliyekî, mîna ku karmendekî dewleta Tirk e, li ber ala dewleta Tirk bi hinekan re hevdîtinê dike. Ev yek veneguherî pirsgirêkeke dîplomatîk. Ew jî ketine rewşeke bi wî rengî. Êdî nizanin bê çi dikin, li ku, li pêşiya kê, bi kê re diaxivin. Rewşa wan bi vî rengî ye.

'EM AMADEKARIYÊN HÎN MEZIN DIKIN'

Li aliyê din em dikarin vê bibêjin. Belê, şer heye. Ji bo qirkirina Kurdan dîktatoriya heyî ya Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî tiştekî nahêlin ku nekin. Hemû derfetên Tirkiyeyê seferber dikin. Yanî heta dawiyê jî wê bikin. Heta ku tine bibin wê êrîş bikin. Ev yek şênber e. Em bi vê zanin û fêhm dikin. Lê belê di vir de dixwazim vê jî bibêjim. Yanî yên ku amadekariyê dikin ne tenê ew in. Yanî amadekarî ne tenê karê wan e. Her hal em jî ranazên, nasekinin. Em jî amadekariyan dikin. Em aliyekî şer in. Encamên şer jî li holê ne. Rastî li holê ye. Kes nikare binixumîne. Em amadekariyên hîn mezin dikin. Bi rengekî pir alî, bi rengekî hîn xurt li ser bingeha serketina şer, li ser bingeha şikandina her cûre êrîşan em amadekariyan dikin. Me xwe gihandine wê astê. Fermandariya me ya Biryargeha Navendî eşkere kir û got, 'Gelek daneyên me jî hene, amadekariyên me hene. Eger êrîş derbasî asteke bilind bibe, em ê jî berxwedana xwe hîn mezin bikin'. Ev rastî ne. Lewma dikare ev yek bê gotin: bila civaka me zêde guh nede şerê psîkolojîk. Şerekî berfireh ê psîkolojîk tê meşandin. Divê mirov bi vê yekê nexapin. Divê mirov baldar bin. Dijminê li hemberî me faşîst e. Mêtinger, qirker, dijminê Kurdan e. Dixwaze Kurdîtiyê tine bike. Vaye bi xwe gotin, dixwazin ji Iraqê, ji Sûriyeyê qadeke ji 45 hezar kîlometreçargoşeyê bi dest bixe. Qadeke ji xaka ji sedî 60 ê dewletê heyî dixwaze ji Iraqê bistîne. Hêzeke bi vî rengî li hemberî me heye. Dikare êrîş bike, êrîşên nû bike. Wê demê li hemberî vê yekê em dikarin çi bibêjin? Em xwe ji bo berxwedanê, ji bo têkoşînê amade bikin. Bila gelê me, civaka me xwe amade bike. Em di şer de ne, bi şer em bi ser dikevin. Ev şer dewam dike, wê dewam bike. Wê demê divê em xwe bigihînin asta rastiya gel ê şerker. Divê em jiyana xwe li gorî şert û mercên şer bi rêxistin bikin."

Li ser helwesta Iraqê ya di vê demê de jî Kalkan got, "Rastiya PKK'ê li holê ye. Bi taybetî ji bo Iraqiyan, rûmeta Iraqê li hemberî DAÎŞ'ê parast. Şengal parast, Mexmûr parast, Kerkûk parast. Naxwe DAÎŞ'ê hemû bi dest dixist. Rêveberiya Iraqê bi rengekî fermî spasiya PKK'ê kir. Gotin, 'we em ji tiştekî mezin rizgzr kirin, hûn rûyê paqij ê mirovahiyê ne'. Niha tê gotin, heman rêveberiya Iraqê biryara rêxistina qedexe daye. Çiqasî rast e em pê nizanin. Lê eger bi vî rengî bike, wê bikeve rewşeke berevajî biryarên xwe. Li holê Rêveberiya Herêmê ya Kurdistanê heye. Wê li dijî vê siyaset û feraseta xwe be. Dewleta Tirk bi avê, bi dagirkeriyê gefê dixwe. Dixwaze dagir bike. Dawiya dagirkeriyê nîne. Kurdistanê bi dest bixe wê bi hêsanî Erebistanê bi dest bixe. Kurdan heta niha li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo azadiya xwe şer kirin, lê Erebistan jî parastin. Divê vê yekê baş bibînin, fêhm bikin. Divê nebêjin, ji xwe Kurd li ber xwe didin, nikarin xwe bigihînin me. Li aliyê din sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, sûcê qirkirinê tê kirin. Mîna Helebceyê her roj komkujiyan dike. Rejîma AKP-MHP'ê rejîma vê demê ya Seddam e. Li Bakur, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Rojava divê nebin hevparê vî sûcî. Em dikarin vê bibêjin. Vê nekin wê li gorî berjewendiyên wan be."

'DI HILBIJARTINÊ DE WÊ KURDISTAN RÊ NEDE FAŞÎZMÊ'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi bîr xist ku li Tirkiyeyê wê di 31'ê Adarê de hilbijartineke girîng bê kirin û got, "Rêveberiyên xwecihî jî gelekî girîng e. Lewma hêzên demokratîk, rewşenbîr, jin di nava hewldaneke girîng de ne. Vaye tifaqên demokrasiyê hene, hêzên tifaqê hene, tifaqek ji hêzên demokratîk çep heye. Hewldanek heye, girîng e, bi wate ye. Karakterê têkoşer ê meha Adarê jî hêzê dide karên hilbijartinê. Em hêvî dikin û bawer dikin ku hêzên demokratîk wê bi ser bikevin. Wê di hilbijartinê de jî derb li faşîzma AKP-MHP'ê bê xistin. Ji ber vê yekê jî divê hilbijartin weke têkoşîneke siyasî bê dîtin. Her wiha ev hilbijartina xwecihî ji aliyê demokrasiya xwecihî ve divê girîng bê dîtin. Dibe ku hevşaredarên di nava vê atmosfera dîktatoriya faşîst de bêne hilbijartin nikaribin tiştên dixwazin tam pêk bînin, lê belê tevî gel dikarin gelek tiştan bikin.

Qadên Newrozê ji vî alî ve peyamên girîng didin. Ji xwe hewldan tê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistan wê rê nede faşîzmê. Gelê Kurd wê di 31'ê Adarê de derbê li siyaseta qeyûm bixe. Wê xwedî li îradeya xwe derkeve. Di Newrozê de ev yek nîşan da. Di karên hilbijartinê de jî wê xwedî li rêveberiya xwe, li demokrasiya xwecihî derkeve. Ev yek bi şênberî tê dîtin. Tiştekî bi vî rengî dikare li Tirkiyeyê belav bibe, divê belav bibe. Bi rastî jî divê derb li faşîzmê bê xistin."

Di dawiya axaftina xwe de Dûran Kalkan got, "Divê em Newrozê bi lehengiyên neteweyî, bi Hefteya Lehengiyên Neteweyî bikin yek. Lewma çalakiyên ku di Newrozê de destpê kirin divê nesekinin. Divê di hefteya me ya lehengiyê ya neteweyî de dewam bikin. Li wir jî divê nesekinin. Piştre 30'ê Adarê salvegera şehadeta Mahîr Çayan û hevalên wî ye. Salvegera Berxwedana Kizildereyê ye. Yên ku li Tirkiyeyê gerîlatiya em dimeşînin dan destpêkirin ew bûn, wan çirûska destpêkê ya gerîla pê xistin. Artêşa me ya gerîla ya bi pêşengiya hevrê Egîd da ser şopa wan, li Kurdistanê meşandin. Lewma Mahîr Çayan, hevalên wî û şehîdên me yên Kizildereyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Divê em têkoşîna Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî bigihînin wê derê."

Kalkan Newroz careke din li gelê Kurd, li dostan pîroz kir û her kesên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin silav kir.