KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Colemêrgê êşkenceya polîsan
Li Colemêrgê li qereqola polîsan êşkence li Yalçin Kavak hate kirin. -
Egîd Serdar şervanekî mîna navê xwe bû
Egîd Serdar ku mîna bi hezaran lehengên li Kurdistanê dîrokeke berxwedanê li pey xwe hişt, li gelek qadên Zapê tevlî çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist. -
Li Midyad û Çelê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Li Midyad û Çelê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bi tevlêbûna hezaran kesî Cejna Newrozê hate pîrozkirin. -
Li Xakurkê agirê Newrozê geş bû
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin. -
KCK'ê ji bo Hacî Mûhammed Bamukî peyama sersaxiyê weşand
KCK'ê têkildarî koça dawî ya Hacî Mûhammed Bamukî peyamek weşand ku yek ji kesayetên naskirî yên Helebceyê bû û sersaxî ji malbata Bamukî û xelkê Helebceyê re xwest. -
‘Em ê bi ruhê Newrozê Rêbertî azad bikin û dagirkeran têk bibin’
Gerîlayên YJA Star û HPG’ê, diyar kirin ku ew ê bi ruhê Newroza 2024’an azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û dagirkerên li Kurdistanê têk bibin. -
Çend kêliyên bi coş ji Newroza Qendîlê
Newroza Qendîlê weke hemû salê dîsan mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê da. Newroz bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd” bi coşeke mezin hat pîrozkirin û peyama xwe gihand. -
Operasyonên şoreşgerî yên ku artêşa Tirk tevizand
Hêzên gerîla ku ji sala 2023'an û vir ve derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin, ji meha Mijdarê ve çalakiyên xwe zêde kirine. Operasyonên şoreşgerî yên hêzên gerîla dewam dikin. -
Ji Mehebadê heta Seqizê agirê Newrozê hat dadan
Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê bi hemû coşa xwe didome. Ji Mehabadê heta Ûrmiyê, Seqîz û Kirmaşanê agirê Newrozê hatin dadan. -
Desteya Eşayîr: Ya ku Osmaniyan nekir PDK dike
Desteya Eşayîr a Şengalê daxuyand ku PDK a ku pêwist bû hesabê fermanê bide, îro destwerdanê li ola Êzidiyan dike û got, “Em dibêjin ku kiryarên PDK'ê ji yên Osmaniyan ne cudatir in.” -
Li Rojhilat kolberek hat qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê kolberê bi navê Peyman Ehmedî ê 35 salî rasterast gulebaran kir, qetil kirin. -
Di Newroza Bazarcixê de peyamên azadiyê hat dayîn
Li navçeya Bazarcix a ku yek ji navendên erdheja Mereşê ye, li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriyê peyamên berxwedan û azadiyê hatin dayîn. -
Bakirhan: Em Newroza Abdullah Ocalan pîroz dikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di pîrozbahiya Newroza Rihayê de axivî û got, “Em bi hev re Newroza hembajariyê we, rêhevalê we birêzOcalan pîroz dikin. Newroz şîrazeya desthilatê xera kir.” -
Nobetên Edaletê: 'Em bi biryar in'
Kesên tevlî Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, diyar kirin ku heta polîtîkaya tecrîdê bi dawî dibe wê têkoşîna xwe bidomînin. -
Di Newroza Şemzînanê de banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin
Newroz li quntarên çiyayê Gomanê yê Semzînan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li dijî desthilatdariya desteserker banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin. -
Newroza Mûşê: Rabin ser piyan, roj roja gelê Kurd e
Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir di şahiya Newrozê ya li Mûşê de axivî û got: ‘’Rabin ser piyan, roj roja gelê Kurd e. Em ê Mûş û navçeyên wê bi mohra DEM'ê bixemilînin.’’ -
Li Rihayê bi deh hezaran kes li Newrozê hatin ba hev: Be Serok jiyan nabe!
Coşa Newrozê ya ku li Rihayê bi hezaran kes anî ba hev dewam dike. Di axaftinan de peyama “Gel Rêberê xwe dixwaze. Bi berxwedanê re tecrîd wê bê şikandin” hate dayîn. -
Balafirên şer ên Tirk 64 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk 64 caran bombe li qadên Garê, Zap, Metîna, Xakurkê û Qendîlê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. -
KCK: Em êrîşa hovane ya li Moskowayê bi tundî şermezar dikin
KCK’ê êrîşa hovane ya li paytexta Rûsya Moskowayê hatî kirin, bi tundî şermezar kir û got: “Yê ku DAÎŞ’ê tîmar dike û ber diditê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê, DAÎŞ’ê li dijî her kesê bi kar tîne.” -
Newroza yên ji ciwantî destpê kirin û wê bi ciwantî biqedînin: Amed
Di Newroza Amedê ya 2024’an de gel dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê re nîşan da. -
Êşkenceya li dijî girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya dewam dike
Abdulalîm Kaya yê 86 salî ji sedî 93 astengdar û nexweşê giran e, ji Êlihê bi awayekî kelepçekirî û çavên wî girtî ew birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Saziya Tibê ya Stenbolê jî rapora ku ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da Kayayî. -
Ji bo Nûjiyan Erhan merasîma bîranînê
Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrîşa PDK’ê de şehîd bû, li ser gora xwe hate bîranîn. -
HPG’ê Sarya Erez Dersim bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û sekna xwe ya dilnizm, bû yek ji mînakên herî baş a mîlîtaniya Apoyî.” -
Bîrdariya Kurdistanê ya neqşkirî, xalîçe winda dibin
Xalîçeyên Wan-Colemêrgê ku xwedî dîrokeke bi hezaran salan e û çand û bîra Kurdan vedihewîne, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk û şerê ku li Kurdistanê dimeşîne, hatine qonaxa tinebûnê. -
Li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke mînak a YJA Starê
Şehîd Guven Doza li qadên ku berxwedan di lûtkeyê de bû ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin têkoşînek bêhempa da. Bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê bû gerîlayeke mînak a YJA Starê.