Gel ber bi Newroza Amedê ve diherike

Di serî de Kurdistan li çar aliyên cîhanê bi milyonan mirov Newrozê pîroz dikin. Fînala pîrozbahiyên li Bakurê Kurdistanê wê li Amedê pêk were. Gel ber bi qada pîrozbahiyê ve diherike.

NEWROZA AMEDÊ

Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serketinê ye" tê lidarxistin û starta wê di 15’ê Adarê de hatibû dayîn. Pîrozbahiya Newrozê îro tenê li Amedê tê lidarxistin. Wê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk mohra xwe li Newrozê bidin. Wekî her sal, îsal jî navnîşana Newrozê Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ye.

Tê payîn ku demekî kin piştre pîrozbahî dest pê bike û welatî ji çar aliyên bajar ve diherikin qadê. Welatên Ewropayê jî di nav de, ji çar aliyên cîhanê bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê dibe. Her wiha ji gundên bajar jî bi hezaran kes di saetên serê sibehê de hatin qadê.

Li navenda bajar bi hezaran kes ber bi Parka Newrozê ve ketin rê. Li ber deriyên ketina qadê yên li Bûlwara Qamişloyê, Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê qelebalaxiyên mezin çêbûn. Mêvanên ji derve hatin û rojnameger ji deriyê protokolê girtin qadê.

Girseya ku namzetên hevşaredariyê yên navçeyan ên DEM Partiyê jî di nav de bû, beriya pîrozbahiyê li noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev û govend gerandin. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn.

Bi taybet jî girseyeke qelebalix li ser Cadeya Evrîm Alataş heye. Girse li benda ketina qadê ye û dibêjin ku barîna baranê dê ji wan re nebe astengî û ew ji bo pîrozbahiyê amade ne.

Li gelek deverên bajar coşa Newrozê heye û li cade û kolanên bajar dirûşmên "Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” olan didin.

Welatî ji 6 deriyên cuda dikevin qadê. Welatiyên dikevin qadê li ber muzîk û dahol û zirneyê govendê digerînin. Tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan heye. Welatî bi cil û bergên kurdî pîrozbahiyê li dar dixin. Hinek malbat bêyî ku guh bidin baranê, zarokên xwe ve hatin qada Newrozê.

Herikîna ber bi qadê ve didome û tê payîn ku bername demek şûnde dest pê bike.