Temel: Kes nikare Abdullah Ocalan ji hişê gelê Kurd bibe

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel li Wêranşarê di pîrozbahiya Newrozê de axivî û got, "Kes nikare Birêz Ocalan ji hişê gelê Kurd bibe."

NEWROZA WÊRANŞARÊ

Newroz li navçeya Wêranşar a Rihayê li taxa Şirnakê hate pîrozkirin. Bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Beşeke mezin a beşdaran kincên neteweyî li xwe kirin. Di pîrozbahiyê de rengên kesk, sor û zer hatin hildan û dirûşmên 'Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Ektî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Newrozên berê xwend. Piştre Dayikên Aştiyê agirê Newrozê dadan. Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Wêranşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan silav dan gel. Namzetên Hevşaredariyê banga xwedîderketina li DEM Partiyê li gel kirin.

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'

Namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer jî Newroz li gel pîroz kirin.

Erkmen nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got, "Ji bo Birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe, divê tavilê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe."

'KES NIKARE ABDULLAH OCALAN JI HIŞÊ GELÊ KURD BIBE'

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel jî li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabû û got, "Girtî di greva birçîbûnê de ne, dayik di nobedê de ne. Dema azadiya Birêz Ocalan hatiye. Kes nikare têkiliya Birêz Ocalan a bi gel re qut bike. Kes nikare Birêz Ocalan ji hişê ciwanan bibe. Na ji tecrîdê re, bijî azadî."

Piştre hunermend Hediye Kalkan derkete ser dikê û li ber stranên wê govend hate gerandin.