KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ahmet Turk çû Cizîra ku karesata lehiyê lê qewimiye
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, çû serdana malbatên ku li navçeya Cizîra Botan di bin avê de mane. -
Li Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê geş bû
Li gelek gund û herêmên Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya welatiyan agirê Newrozê hatin dadan. Welatiyan heta derengiya şevê li ber agirê Newrozê govend gerandin. -
KCK: Gelê Kurd di Newrozê de îradeya xwe bi şênberî nîşan da
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Newroza 2024'an yek ji Newrozên herî bi heybet ên salên dawî bû û got, "Gelê me îrade û peyamên xwe bi şênberî di Newrozê de nîşan da." -
Gerîla TV dîmenê nû yê SÎHA yên hatin xistin, weşand
Gerîla TV dîmenê 3 SÎHA'yên din ên hatin xistin, weşand. -
Li çiyayên Kurdistanê şahiya Newrozê ya bi heybet
Gerîlayên Azadiyê li çiyayên Kurdistanê li dora agir govend gerandin û Newroz pîroz kirin. -
Li Newroza Amedê 126 kes hatin binçavkirin
Polîsê Tirk, piştî Newroza Amedê herî kêm 126 kesên ku di nav wan de zarok jî hene binçav kirin. -
Newroza Qendîlê bi gerandina govendê bi dawî bû
Newroza Qendîlê ya ku ji çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes beşdar bûn bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû. -
Newroza Qendîlê bi coş didome: Bijî Serok Apo!
Pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê bi beşdariya bi hezaran kesî didome. Li herêmê timî dirûşmên 'Bijî Serok Apo' hatin berzkirin. -
Di Newroza li Şengalê de gerîla hatin silav kirin: Em ê dagirkeriyê têk bibin
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Geliyê Kersê ya Şengalê de peyama "Ruhê Newrozê û felsefeya Rêber Apo wê dawî li dagirkeriyê bîne" hat dayîn. -
Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga şikandina deriyên Îmraliyê kir
Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di Newroza Qendîlê de, destnîşan kir ku ji bo gelên Rojhilata Navîn mijara herî girîng azadiya Abdullah Ocalan e û banga "deriyên Îmraliyê bişkînin" kir. -
Tuncer Bakirhan: Hûn nikarin îradeya mîlyonan di tecrîdê de bigirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newroza Amedê de got, “Hûn nikarin îradeya mîlyonan di tecrîdê de bigirin” û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. -
KJK'ê bang li jinan kir: Pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dagirkeriyê bikin
KJK'ê peyamek ji pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê re şand û bang li jinan kir ku pêşengiyê ji têkoşîna li dijî planên dagirkeriyê bikin. -
Ji Newroza Qendîlê bang li partiyên Kurd hate kirin: Firsenda dîrokî ji dest nedin!
Di pîrozbahiya Newrozê de ya li Qendîlê ku bi hezaran kes li hev kom bûn, Tevgera Azadî banga diyalogê li hemû rêxistin û partiyên Kurd kir. -
Peyama Rêberê Gelê Kurd li Newrozê hate xwendin
Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên salên derbasbûyî, li Newroza Amedê ya bi heybet hate xwendin. Zêdeyî milyonek mirovî bi dirûşman peyam silav kirin. -
Bayik: PKK paşeroja gelê Kurd e!
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen ji Newroza Qendîlê re şand û bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li gel PKK'ê cih bigire. -
Zêdeyî milyonek mirov li Amedê li Newrozê ne: Azadî ji Abdullah Ocalan re!
Di Newroza Amedê de ku zêdeyî milyonek mirov li hev civiyan, di axaftinan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Gerîla TV dîmenê 4 SÎHA'yên din weşand
Gerîla TV dîmenê 4 balafirên din ên bêmirov û bombebarkirî yên dewleta Tirk a dagirker weşand, ku hatin xistin. -
Piştî Newroza Cizîrê polîsan li zarokên Kurd xistin
Li Cizîrê, piştî Newrozê polîsan li wan zarokan xistin ku li mala xwe vedigeriyan. Dîmenên vê êşkenceyê eşkere bûn. -
Li Qendîlê bi hezaran kes ji bo Newrozê li hev civiyan
Pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê îsal bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" tê lidarxistin. Bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir. -
Kemal Kûrkût hate bîranîn
Kemal Kûrkût ku di sala 2017'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve di Newrozê de hate qetilkirin, li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn. -
Ji Gultan Kişanak peyama Newrozê: Yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin
Gultan Kişanak ji bo Newroza Amedê peyam şand û got, “Newroz bihara mazlûman û bindestan e û zivistana zaliman û zordaran e. Jiyan her tim ji bo bigihe xwebûna xwe li ber xwe dide û bi ser dikeve. Vê carê jî wê bi vî rengî be.” -
Ji gerîla operasyoneke din a şoreşgerî: 41 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê di 19'ê Adarê de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok lidar xistin. Di encamê de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Newroza Amedê: Dirûşma 'Bijî Serok Apo' ji qadê bilind dibe
Qada Newrozê ya Amedê bi saetan beriya destpêkirina bernameya pîrozbahiyê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' tijî bû. -
'Newroz li dijî dagirkeriyê agirê berxwedanê ye'
Gerîlayên YJA Starê Sîdar Baran û Hedar Rûbar Newroza gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin û gotin, Newroz li dijî dagirkeriyê agirê berxwedanê ye. -
Li Bradostê Newroza serketin û azadiyê
Li qadeke din a gerîla li herêma Bradostê jî Newroza serketin û azadiyê di nava şerê giran ê li dijî dagirkeriyê de hate pîrozkirin.