Di Nobeta Edaletê de banga tevlêbûna Newroza Amedê hat kirin

Nobetên Edaletê li gelek bajaran berdewam dikin, dayikan ji bo Newroza Amedê ya sibê banga tevlîbûnê kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza ji Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ra azadiya fizîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdwam kir. 

WAN

Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) di avahiyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajar de daye destpêkirin, di roja 104’emîn de berdewam dike. Tevî rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Tûşbayê, gelek welatî serdana nobetê kirin. Di nobetê de gelek caran diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di nobetê de nameya Şukran Aydin a ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê şandiye hate xwendin.

Eyne Atabay di nobetê de axivî û wiha got: “Girtî bi dawaza pakanîna edaletê û rakirina tecrîdê 115 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em ji bo piştgiriyê bidin wan li vê derê ne. Em dixwazin tecrîda ser Birêz Abdullah Ocalan dawî be. Em nizanin bê kar rewşa birêz Ocalan çawa ye û em dixwazin hîn bibin. Em azadî û edaletê dixwazin. Divê êdî çareseriyek were dîtin û ev pirsgirêk werin çareserkirin.”

AMED

Li Amedê jî Nobeta Edaletê di roja 107’emîn de berdewam kir. Di Nobeta li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratî (DBP) a Rezanê hatiye domandin de çalakger pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Hatun Aslan a ji bo piştgiriyê hatiye nobetê wiha axivî: “Girtiyên min nîn in lê belê ez ji bo piştgiriyê bidim hatim Nobeta Edaletê. Bila tecrîda ser Birêz Abdullah Ocalan were rakirin. Heke tecrîda ser wî were rakirin, dê tecrîda ser her kesê were rakirin. Ji bo Newrozê jî banga min ew ku, kes di mala xwe de nemîne. Ev Newroz ji bo me gelek girîng e. Dê ev Newroz bibe Newroza aştî û azadiyê.”

Nobet bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 48’emîn de di avahiyê DBP’a Êlihê de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxisitinên DBP û DEM Partiyê yên Êlihê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, û Hevserokê TUHAY-DER a Marmarayê Mehmet Şafî Erol serdana nobetê kirin. 

Hevserokê TUHAY-DER a Marmarayê Mehmet Şafî Erol li vir axivî û got: “Her çiqas Birêz Abdullah Ocalan ji gelê Kurd re mîrateyeke mezin hiştibe jî em dibînin ku  a rastî vê mîrateyê ji tevahiya cîhanê re hiştiye.”

Di nobetê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Nobet bi gotina stranan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.