KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rozerîn Kemanger: Gelên Îranê bi hevgirtinê dikarin siberoja xwe ava bikin
Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger têkildarî hilbijartinên Îranê wiha got: “Gelên Îranê naçin û mohra xwe li heman wê desthilatê nadin ku destên wê bi xwîna jin û ciwanên gel sor in.” -
Li Geverê çalakiya li dijî dagirkeran
Yekîneyên çalakiyê yên jinê diyar kir ku li Geverê li du deverên cuda çalakî li dijî dagirkeran hate kirin û di encamê de 2 polîsên Tirk û çawişekî pispor birîndar bûn. -
Pêkhateyên Şengalê bi dirûşma ‘Ji dagirkeriya Tirk re na’ meşiyan
Pêkhateyên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî planên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK'ê meşeke girseyî ya bi dirûşma ‘Ji dagirkeriya Tirk re na’ li dar xistin. -
‘Heta ku windakiriyên me bên dîtin em dest ji çalakiya xwe bernadin’
Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê li 3 bajaran hatin ba hev û ev peyam dan: “Heta ku windakiriyên me bên dîtin em dest ji çalakiya xwe bernadin.” -
KONGRA GEL: Newroza ji Rêber Apo re azadî pîroz be
KONGRA Gel diyar kir ku divê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê yên li welêt û dervey welêt bide. -
Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilat didomin
Bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi coşeke mezin dewam dikin. -
YJA Starê çalakiya sekvaniyê lidar xist
Gerîlayên YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çalakiya sekvaniyê lidar xist. Di çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin. -
Talebanî: Pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî wiha got: “Pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye, ne ji hev dûrketinê. Divê em cûdahiyan bixin di xizmeta berjewendiyên hevbeş de.” -
Jinên Mexmûrê: Newroz cejna gelên azadîxwaz e
Jinên Wargeha Penabaran a Mexmûrê Newroza 2024’an pîroz kirin û wiha gotin: “Niha li seranserî cîhanê gelê Kurd bi coşek mezin dadikevin qadan û Newrozê pîroz dikin. Mehek beriya Newrozê em amadakariyên cejna Newrozê dikin.” -
Kejal Ebdulqadir: Newroz roja nûbûn û rizgariyê ye
Çalakvan û parêzvana mafên jinan Kejal Ebdulqadir der barê Newrozê de wiha got: “Newroz roja nûbûn û xebat û rizgariyê ye û ji bo min tekane cejn e.” -
‘Newroz semboleke neteweyî ye û em ê li binarê Qendîlê pîroz bikin’
Endama Tevgera Azadiyê Sara Rezayê têkildarî Newroza îsal wiha got: “Newroz semboleke neteweyî ye û pîrozkirina Newrozê li binarê Qendîlê, çandeke kevnar e û em ê Newrozê li binarê Qendîlê pîroz bikin.” -
Hisên Hecî: Dewleta Tirk dixwaze Iraqê bixe nav şerekî herêmî
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li pey şerekî herêmî ye û dixwaze Iraqê jî bikşîne nav agirê şer û got: ‘’Iraq ne mecbûr e şer bîne ser axa xwe û erdê xwe teslîmê Tirkan bike.’’ -
Karayilan: Gerîlayên Azadiyê îspat kirin ku kes nikare wan têk bibe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di dema nû de, îspat kirin ku kes nikare wan têk bibe. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku bi salane dewam dikin, nîşan da ku hêzekî çiqasî xurt e.” -
KNK: Dewleta Tirk plana Helebceyên nû dike
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku dewletên dagirker plan dikin ku komkujiyên Helebceyên nû pêk bînin û ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin û berjwendiyên gelê Kudistanê bên parastin, bang li hemû hêzan kir ku bêdeng nemînin. -
Tevgera Azadî ji bo dubarenebûna komkujiya Helebceyê, banga yekîtiyê kir
Tevgera Azadî diyar kir ku metirsiyeke ji Komkujiya Helebceyê hîn mezin heye û got ku divê civaka Kurd di çarçoveya sîstema xweseriya demokratîk de xwe rêxistin bike û têbikoşe. -
Li Bircên Amedê bi 75 erbaneyan pîrozbahiya Newrozê
Li Bircên Sûrê ya Amedê ku Zekîye Alkan agirê Newrozê geş kiribû bi govend û erbaneyan Newroz hat pîrozkirin. -
Tevgera Azadî bang li Iraqê kir: Nebin alîgirê êrîşên dagirkeriyê
Tevgera Azadî der barê hevdîtina dewleta Tirk a dagirker a bi rayedarên Iraqê re daxuyaniyek da û bang li Iraqê kir ku nebin alîgirê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. -
Dewleta Îranê kolberek qetil kir
Di encama gulebarana hêzên Îranê ya li ser sînorê bajarê Newsûdê yê Rojhilatê Kurdistanê de kolberekî din jiyana xwe ji dest da. -
Doza malbata Şenyaşar: Dadgeh ne xwedî wê îradeyê ye ku biryarek adilane bide
Di rûniştina doza têkildarî êrîşa li dijî malbata Şenyaşar de serbestberdana Fadil Şenyaşar ê 6 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin hat redkirin û rûniştin taloqî 7'ê Hezîranê hat kirin. -
Li Nisêbînê Rahşan Demîrel hat bîranîn, agirê Newrozê hat vêxistin
Starta pîrobahiyên Newrozê ya li Mêrdînê îro li Nisêbînê hate dayîn. Girseya gel şehîdên Newrozê bi bîr anî û piştre derbasî Taxa Kişlayê bûn û agirê Newrozê vêxistin. -
Li Newroza Depê peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
Li navçeya Dep a Xarpêtê, di pîrozbahiya Newrozê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Newrozên salên derbasbûyî hatin xwendin. -
Newroza Depê: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza Depê axivî û got, "Birêz Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye. Di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê keda Birêz Ocalan nebe nabe." -
Newroza Depê: Rêya çareseriyê azadiya Abdullah Ocalan e
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li navçeya Dep a Xarpêtê di pîrozbahiya Newrozê de işaret bi rêya çareseriyê kir û got, "Rê Abdullah Ocalan e, rê azadiya Abdullah Ocalan e." -
Mazlûm Dogan li ser gora xwe hate bîranîn
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li bîranînê axivî û got, "Newroz mîrateya şehîdên Kurdistanê ye. Agirê ku hevrê Mazlûm Dogan pêxist, îro bûye meşaleya azadiyê." -
Ji bo Îsmet Çardak konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo girtiyê nexweş Îsmet Çardak ku 15 roj beriya şehîd bikeve hate berdan, konê sersaxiyê hate vedan.