Li Kurdistanê agirê Newrozê gur dibe

Li Kurdistanê tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar agirê Newrozê gur dibe û li dora agir govend tê gerandin.

newroz

Ji Bakur heta Rojava, ji Başûr heta Rojhilat li gelek navendên Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin.

ŞENGAL

Li gelek navendên Şengalê agirê Newrozê hat vêxistin. Li Xanesorê ciwanan bi stranên şoreşgerî govend gerandin. Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Hecî Kulî Newroza Azadiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd pîroz kir û xwest ku Newroz bibe Newroza azadiya gelên bindest.

Welatiyên ku li bajarokê Guhbelê hatin gel hev agirê Newrozê li girên bilind vêxistin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li cihên ku agirê Newrozê hat vêxistin, gel heta saetên şevê govend gerand.

AMED

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê li Sûr a Amedê resepsîyona Newrozê çêkir. Gelek nûnerên saziyan û partiyên siyasî û pêkhateyên paltformê beşdarî resepsîyonê bûn. Daxuyanî bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanê Tirkî hat dayîn. Ya Kurmancî ji aliyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, ya Kirmanckî ji aliyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya û ya Tirkî jî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin.

Metna daxuyaniyê wiha ye: "Newroz a ku mizgîniya hatina biharê dide, di heman demê de roja Kawayê Hesinkar ku li dijî zilma Dehaqê zalim serî hilda û bi agirê ku pêxistî mizgîniya azadiyê da gelê Mezopotamyayê ye. Kurd li ku dibin bila bibin, 21ê Adarê (wek di dema Kawayê Hesinker) de wê rojê bi kelecan pêşwazî dikin û bi coşeke mezin pîroz dikin. Lê belê weke salên dawî em vê Newrozê jî di nava şert û mercên ku li deverên cuda yên cîhanê, bi taybet li herêma ku em lê dijîn bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û zext û zilma li ser gelên bindest di asta hovane de didome de, derbas dikin.

Kurd her Newrozê weke destpêka serdemeke nû dibînin û hêviyên mezin li hatina wê dixin. Newroz li Kurdistanê bi salan bi qedexe, xwîn û hêstiran hate bibîranîn. Tevî wan pêvajoyên dijwar û bi êş jî, Newroza sala 2013’an di warê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di nava gelên welêt de hêviyek mezin çêkir. Pêvajoya ku bi ruhê Newrozê dest pê kir, berovajî hêviyên civakî, têk çû û li gelek bajaran; bi taybet jî niha qada ku em lê ne di Sûrê de, pêvajoyeke nû û dijwartir a pevçûnê derket. Li welêt dîsa behsa mirin, xwîn, hêsir, wêranî û koçberiya bi darê zorê hate kirin.

Tevî van hemû tiştên ku em dijîn jî divê em ji şer, pevçûn û tundiyê re bêjin NA û di aştiyê de israr bikin. Piştî hemû êşên ku hatiye sere me tenê tişta ku divê em li ser biaxivin AŞTÎ be. Berî demekê bi sedan rêxistinên civakî yên sivîl, pîşeyî û karsazî yên ku herî dawî li Amedê hatin ba hev, careke din bi awayeke xurt behsa aştî û çareseriyê kirin û xistin rojeva xwe. Li vir ji bo pêkhatina îradeyeke nû ya çareseriyê bang li her kesî hat kirin û bi raya giştî re hat parvekirin ku di dema pêş de ji bo vê yekê ew ê gav a însiyatîfa bên avêtin. Bi boneya Newrozê em careke din tekez dikin ku nakokî û tundî ne çareserî ye û divê dengê ku ji civakê bilind dibe ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd were guhdarîkirin.

Li vê qada dîrokî, weke berê îro jî bi hemû alî û rengên xwe, bi hêstên ku Hêviya Newroz me digihîne hev, em bi hev re ne. Em ê ti carî dest ji parastin û domandina vê hevkariya watedar û binirx bernedin. Bi vê boneyê em cejna Newrozê li hemû gelê Kurdistanê û hemû gelên ku vê cejna xweş hembêz û pîroz dikin, pîroz dikin.

Newroz Azadî ye, Newroz Biratî ye, Newroz Hêvî ye, Newroz Aşitî ye.

Newroz pîroz be..."

AGIRÎ

Li Taxa Cezaevî ya Agiriyê jî agirê Newrozê hat vêxistin û banga tevlêbûna Newroza Agiriyê ya 25’ê Adarê bê lidarxistin hat kirin. Girseya gel a agirê Newrozê vêxist bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin.

Li vir namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Agiriyê Hazal Aras axivî û got: “Ji 31’ê Adarê re çend roj man. Em du meh in em li pirsgirêkên gelê xwe guhdar dikin û em rêyên çareseriyê pêş dixin. Em bawer dikin ku wê gelê vî bajarî di 31’ê Adarê de biryara rast bidin. Ez bawerim wê bibe hilbijartineke ku em hemû bi hev re bi ser bikevin. Newroz li me hemûyan pîroz be.”

Namzetê Hevşdaredariyê ya DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Akkuş jî axivî û bang li hemû şêniyên bajêr kir ku tevlî Newroza Mezin a Agiriyê û mîtînga fînalê ya 25'ê Adarê li Agiriyê bê lidarxistin bibin.