KURDISTAN
HPG’ê got, “Di şexsê pêşengê me yê mezin hevrê Hakî Karer de em hemû şehîdên şoreşê û yên meha Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku bîranîna şehîdan di têkoşîna xwe de bi serketinê tacîdar bikin.”
Em dîmenê nîqaş û wergirtina biryaran ên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê diweşînin ku bi biryara fesixkirina avahiya rêxistinî û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî bi encam bû.
Sabrî Ok destnîşan kir ku PKK'ê berxwedaneke ji 52 salan ji dîrokê re hişt û got, "Li pêşberî gava dîrokî ya ku Rêber Apo dixwaze biavêje divê em bi moral, hişmendî û berxwedaneke mezin dest bi pêvajoya nû bikin. Ji xwe û Rêber Apo bawer bikin."
Li hemberî ambargoiya hikumeta Iraqê ya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê xelkê Mexmûrê meşeke girseyî lidar xist.
Piştî ku heyeta Mexmûrê ya ji bo hevdîtinê çû Bexdayê hate girtin, xelkê Mexmûrê bi armanca şermezarkirinê dest bi meşê kir.
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê
Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Serdeşt a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) semînerek hat dayîn.
-
KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir ku divê AKP-MHP dengekî jî nestînin. KCK’ê got: “Divê ti kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din.”
-
KCK’ê ji bo Mîchalîs Charalampîdîs peyama sersaxiyê weşand
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dostê Kurd Mîchalîs Charalampîdîs ku berî du rojan jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Em ê bîranînên Mîchalîs Charalampîdîs di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bidin jiyîn û her tim wî bi bîr bînin.”
-
KCK’ê şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî
KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên di 31’ê Adarê de li Mehabadê û Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên di 30’ê Adarê de li Kizildereyê hatibûn qetilkirin bi bîr anî.
-
-
-
-
-
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weşand ku bi çekên giran hate kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
-
NPG'ê Hefteya Lehengiyê pîroz dike
Fermandariya Biryargeha NPG'ê: Hevrêyên me Mazlûm û Mahsûm bûne meşaleyên diyarker ên serdema lehengiyê ya neteweyî ya gelê me. Li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê ya gelê Kurd û hemû hevrêyên xwe yên li her qadê têdikoşin pîroz dikin.
-
-
-
-
-
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên li Amanosan şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrîşa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin.”
-
-
-
-
Besê Hozat: Em ketin pêvajoya berxwedana civakî
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku wan bi Newrozê bi heybet dest bi berxwedana civakî kirine û got, "Me ev yek dît; gelê Kurd gelekî Newrozê ye. Lê belê gelê Newrozê wê gelên Tirkiyeyê jî bike gelê Newrozê."
-
Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
Zarokên 16-17 salî K.O., B.A. û ciwanê bi navê Ramazan Altintaş ji ber di salvegera şehadeta Ayten Behçet a ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedaî pêk anîbû bi bîr anîn, hatin girtin.
-
-
-
-
-