BI DÎMEN

Komkujiya Elewiyan li Torontoyê hate şermezarkirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, komkujiyên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Li taxên Bloor Yonge û Dundasê meş hate lidarxistin, daxuyanî hate dayin û êrîş hate şermezarkirin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê û di asta navneteweyî de hesab ji berpirsyaran bipirse.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Kanadayê pêk hat û rêxistinên çep, sosyalîst û demokrat ên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyê de êrîşên HTŞ'ê û komên mîna wê yên radîkal ên li hemberî civaka Elewî weke qirkirinê hate pênasekirin.

Komkujî ji aliyê Yekîtiya Civakên Kurd, Federasyonên Elewiyan ên Demokratîk, Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk û Partiya Kurd a Tirkiyeyê (Kesk Çep) weke qirkirinê hate pênasekirin û şermezarkirin.