BI DÎMEN

Pîrozbahiya Newroza Londonê bi resepsiyonê dest pê kir

Bi pêşengiya şaredariya Hackneyê ya ku yek ji qadên herî girîng ê Londonê ye, bi beşdariya siyasetmedar, karsaz, esnaf û perwerdekaran resepsiyona Newrozê hat dayin.

Li paytexta Îngîlistan Lodonê bi hevkariya Navenda Mala Kurd û Tirk û şaredariya Hackneyê resepsiyona Newrozê hat dayin.

Şaredara Hackneyê Caroline Woodley, Şaredar Heila Suso-Rung, Yekemîn Wezîra Teknolojiyê ya Kurd a Îngîlistanê Feryal Clark Demîrcî, karsaz û gelek kesên ji Navenda Civaka Kurd beşdarî resepsiyona li avahiya şaredariyê hat dayin, bûn.

Jin û ciwanên Kurd bi cil û bergên gelêrî yên Kurdî beşdarî resepsiyonê bûn û xwarinên herêmî yên Kurdî pêşkêşî beşdaran kirin.

Di resepsiyonê de li ser girîngiya Newrozê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku gelê Kurd nasname û çanda xwe diparêze û bal kişandin ser kesayeta azadîxwaz û aştiyane ya gelê Kurd.

Şaredar Heila Suso-Rung diyar kir ku Newroz tê wateya  'roja nû’ û destpêka biharê. Suso-Rung bi bîr xist ku gelê Kurd vê rojê weke roja azadî û hêviyê pîroz dike û spasiyên xwe pêşkêşî kesên piştevaniya resepsiyonê kirine, kir.

NEWROZ TENÊ NE ‘PÎROZKIRIN’ E

Heval Mila li ser navê Meclisa Gelê Kurd axivî û diyar kir ku Newroz cejna nûbûn, berxwedan û hêviyê ye û anî ziman ku Newroz sembola ruhê civakên ku bi sedan salan bi biryardarî li ber xwe didine.

Heval Mila ev tişt anî ziman: “Newroz ne tenê ‘cejnek’ e. Di heman demê de hêza hevgirtinê û têkoşîna ji bo siberojê ye.”

CLARK DEMÎRCÎ: EM NASNAMEYA XWE DIPARÊZIN

Wezîra Teknolojiyê yê Îngîlistanê Feryal Clark Demîrcî diyar kir ku malbata wê 40 sal berê hatine Hackneyê û diyar kir ku Kurdan zehmetiyên mezin dîtin lê îro bi parastina ziman û nasnameya xwe Newrozê pîroz kirin.

Demîrcî diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê Şaredariya Hackneyê ve hat lidarxistin watedar e û di şexsê Şaredarê Hackneyê de spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku resepsiyon li dar xistine, kir.

Şaredara Hackneyê Caroline Woodley ji ber ku bi Kurdan re resepsiyona Newrozê lidarxistine şanaziya xwe anî ziman û li ser tevkariya Kurdan a ji bo jiyana civakî, çandî û aborî rawestiya.

SUNA ALAN BI STRANÊN NEWROZÊ BEŞDARAN COŞAND

Piştî axaftinan hunermend Suna Alan derket ser dikê, stranên li ser Newrozê got û beşdafran coşand. Kurdistanî û dostên wan li ber stranên hunermend Suna Alan govend gerandin.