BI DÎMEN

Li Kasselê banga Rêber Apo hate silavkirin

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi sedan kes tevlî meşa ji bo silavkirina Rêber Apo bûn.

MEŞA JI BO RÊBER APO

Bi sedan kes bi posterên Rêber Apo û pankarta “Ciwan hem di şer û hem jî di aştiyê de fedaiyê Apo ne" li Qada Kasselê hatin cem hev û meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Girse heta ber avahiya Şaredariya Kasselê meşiyan û li vir mitîng hate lidarxistin. Girse piştî axaftinan li qadê govend gerandin. Dema ku girse belav dibû polîsan êrîşî gel kirin.

Polîs bi îdîaya “alên TCŞ’ê qedexe ne” xwestin hemû alan desteser bikin. Gel bertek nîşanî êrîşa polîsan dan. Li ser berteka gel polîs dev ji êrîşê berdan.

Organîzatorên çalakiyê êrîşa polîsan şermezar kirin û diyar kirin ku ciwanên Kurd bi awayekî aştiyane daxwazên xwe yên demokratîk tînin ziman.