Şaredariya Bolognayê hembajariya rûmetê wê bide Rêber Apo
Li bajarê Bologna yê Îtalyayê biryar hat dayîn ku hembajariya rûmetê bidin Rêber Apo.
Li bajarê Bologna yê Îtalyayê biryar hat dayîn ku hembajariya rûmetê bidin Rêber Apo.
Tê payîn ku biryara fermî roja Duşemê ji aliyê meclisa şaredariyê ve bi dengdanê were qebûlkirin.
Nûnerê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Îtalyayê (UIKI) Alî Ekber Sultantêkildarî mijarê daxuyanî da û spasiya Şaredariya Bologna û piraniya Meclisê kir.
Alî Ekber Sultan bi taybetî spasiyên xwe pêşkêşî Alîkara Şaredar Emîly Clancy û endamê Meclisê Detjon Begaj kir ku her tim piştgirî dane têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û pêngava azadiya Rêber Apo.
Sultan destnîşan kir ku dayîna hembajariya rûmetê ya ji bo Rêber Apo gelekî watedar e û got, “Birêz Ocalan 26 sal in ji bo azadî û aştiyê têkoşîneke mezin dide. Biryara hembajariya rûmetê ji bo têkoşîna Birêz Ocalan piştgiriyek eşkere ye."
Sultan diyar kir ku fikrên Rêber Apo li Rojava û Rojhilata Navîn ketin meriyetê û anî ziman ku bi pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo rê li ber çareserkirina pirsgirêkên kûr ên ku sed sal in li Rojhilata Navîn diqewimin, vedike.
Sultan ev tişt anî ziman: “Niha dema azadiya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdistanê ye” û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna siyasî ya demokratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin.