Li Îngilistanê Newroza ‘Em Rêbertî silav dikin’
Li Îngilistanê wê îsal di navbera 21-30’ê Adarê de şahiyên Newrozê bên lidarxistin. Şahiyên îsal wê bi dirûşmeya ‘Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk Ava Dikin’ bên lidarxistin.
Li Îngilistanê wê îsal di navbera 21-30’ê Adarê de şahiyên Newrozê bên lidarxistin. Şahiyên îsal wê bi dirûşmeya ‘Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk Ava Dikin’ bên lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û pêkhateyên wê îsal wê di navbera 21-30’ê Adarê de li navendên London, Edinburg û Liverpool’ê û li gelek bajarên din, wê Newroz were pîrozkirin. Amadekariyên ji bo Newrozê gihiştin qonaxa dawî.
Li Îngilistanê Newroza îsal diyarî Banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate kirin. Li Îngilistan, Skoçya û Bakurê Îrlandayê wê bi dirûşmeya ‘Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin’ Newroz were pîrozkirin.
Li Îngilistanê yek ji navendên herî girîng a Newrozê, wê car din London be. Li Londonê ev 4 meh in amadekariyên ji bo Newrozê didomin. Li Londonê Kurdistanî û dostên wan ji bo coşa Newrozê bi kelecan in. Bi taybetî li Bakurê Londonê li gelek kargehan afîşên Newrozê hatin daliqandin, bi radyo û dîmenên medyaya dîjîtal bang li Kurdistanî û dostên wan tê kirin ku beşdarî Newrozê bibin.
Li Londonê wê roja 23’yê Adarê li Parka Finsbury şahiya Newrozê ya bi heybet bê lidarxistin. Koma Çarnewa, Yelda Abbasi, Memozan û Merwan Şan wê derkevin ser dikê. Dîsa bi davul û zurnayan wê Koma Folklorê ya Teşî jî derkeve ser dikê. Gelek siyasetmedarên Îngilîz, sendîkavan û enternasyonalîst ji bo Newrozê hatin vexwendin. Siyasetmedar Osman Baydemîr û ji siyaseta çep a Îngilîz Jeremy Corbyn wê weke axaftvan di şahiyê de cih bigirin.
Roja 21’ê Adarê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilistanê wê bi dirûşmeya ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ li avahiya KCC’ê Newrozê pîroz bike.
Yek ji navendên din ên şahiyan jî, wê bajarê Liverpool be. Newroza Liverpool wê roja 25’ê Adarê li Invisible Wind Factory bê lidarxistin.
Li bajarê Exeter ê herêma Devon a Îngilistanê jî îsal wê du şahiyên cuda bên lidarxistin. Komunca Civaka Kurd a Exeter wê şeva 22’yê Adarê li Sidwell Street’ê agirê Newrozê were vêxistin. Li Exeterê wê roja 30’ê Adarê bi tevlîbûna hunermend Seyda Perînçek û Merwan Şan bi girseyî Newroz bê pîrozkirin. Parlamenterê Exeterê Steve Race wê beşdarî Newrozê bibe û baxive.
LI SKOÇYA Û ÎRLANDAYÊ JÎ KURD JI BO NEWROZÊ AMADE NE
Di çarçoveya bernameya Newrozê ya Meclîsa Gelê Kurd de li bajarê Edinburgh ê Skoçyayê mîna her sal, dê îsal jî bi girseyî Newroz bê pîrozkirin.
Îsal li paytexta Bakurê Îrlandayê Belfast’ê Newroz hate pîrozkirin. Şahiya Newrozê wê li Divis Street bê lidarxistin. Hunermend Seyda Perînçek wê di şahiyê de derkeve ser dikê.
Li Îngilistanê ji xeynî şahiyên Newrozê, wê rêveberên herêmî bi resepsiyonên Newrozê û li Parlamentoya Îngilistanê bi tevlîbûna hemû Kurdistaniyan wê resepsiyona Newrozê ya kevneşopî bê lidarxistin.
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Saît Suruç têkildarî şahiyên Newrozê yên li Îngilistanê agahî da û got, ew ê Newroza îsal bi dirûşmeyên “Em Rêbertî silav dikin, Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin” û “Newroza Azadiya Rêber Apo” pîroz bikin.
Suruç ev tişt bilêv kir: “Her kes divê bi soza azadiya Rêber Apo îsal dakeve qadan. Em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û her kesê alîgirê aştî û demokrasiyê dikin ku beşdarî şahiyên Newrozê bibin.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Îshak Milan jî anî ziman ku Newroza Londonê wê bibe Newroza silavkirina banga Rêber Apo û got, “Em Newroza îsal weke Newroza azadiyê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku roja 23’yê Adarê di Newroza Finbury Park de bên ba hev.
Me hemû amadekariyên xwe qedandine. Îsal kesên mîna Jeremy Corbyn jî wê beşdarî Newroza me bibin û wê bibin hevkarê vê Newroza me.”
BERNAMEYA NEWROZA ÎNGILISTAN
LONDRA
Dîrok: 23 Adar yekşem
Saet: 11:30
Cih: Finsbury Park
Newroza Ciwanan a Londonê
Dîrok : 21 Adar Înî
Saet: 18:00
Navnîşan: Navenda Civaka Kurd a Londonê
LİVERPOOL
Dîrok: 25 Adar Sêşem
Saet: 17:00
Cih: İnvisible Wind Factory
EDINBURGH
Dîrok: 30 Adar Yekşem
Saet: 13:00
Cih: Navenda Civaka Kurd a Edirburgh
EXETER
Dîrok: 30 Adar Yekşem
Saet: 13:00
Cih: Exeter Phoenix
BELFAST
Dîrok: 24 Adar Duşem
Saet: 18:00
Cih: St. Congall’s Divis Street