Meksîkakiyên ku 53 roj in nobetê digrin daxwaza azadiya Rêber Apo kirin
Li Ciapasê xwepêşandarên ku ji bo berdana şoreşgerê girtî Juan Diaz Montejo kamp lidardixin, rojek ya çalakiya xwe ji bo azadiya Rêber Apo veqetandin.
Li Ciapasê xwepêşandarên ku ji bo berdana şoreşgerê girtî Juan Diaz Montejo kamp lidardixin, rojek ya çalakiya xwe ji bo azadiya Rêber Apo veqetandin.
Koordînatoriya Piştevaniya Navneteweyî li eyaleta Chiapas a Meksikayê ji bo berdana şoreşgerê girtî Juan Diaz Montejo 53 roj in kamp li dar dixin.
Çalakiya ku ji 18’ê Kanûna 2024’an ve li pêşiya hikûmeta Tuxtla Gutiérrezê dewam dike, li dijî tundiya milîtarizasyon û paramîlter a li Chiapasê zêde dibe ye.
Xwepêşander destnîşan dikin ku projeyên kapîtalîst ên bi piştgiriya DYE’yê gelê xwecihî a li herêmê ji cih dike û hikûmetê tedbîrên ewlehiyê yên ku rewşê xiraptir dike digre.
Xwepêşander di roja 53’emîn a çalakiya xwe de daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.