BI DÎMEN

Komkujiya li dijî Elewiyan li gelek bajaran hat şermezarkirin

Li gelek navendên Ewropayê bi sedan kes daketin qadan û komkujiya li dijî Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kirin.

LI SÛRIYEYÊ KOMKUJIYA ELEWIYAN

Li bajarên Stuttgart û Kiel ên Elmanyayê, li Bregenz a Awûstûryayê û li bajarê Basel ê Swîsreyê bi sedan kes qetilkirina Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kirin.

STUTTIGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, komkujiya hovane ya li dijî Elewiyên li Sûriyeyê hat şermezarkirin û bang rawestandina komkujiyam li rêveberiya Şamê hat kirin

Çalakî ji hêla Platforma Dijî Qirkirinê ya girêdayî AGÎF’ê, Saziyên Koçberên Tirk û saziyên Elewiyan ên girêdayî AVEG-KON'ê ve hat lidaxistin. Di çalakiyê de pankartên bi Elmanî, Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Kurdî hatin hilgirtin.

Li ser navê platformê daxuyaniya hevpar hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên emperyalîst û dewleta Tirk a li pişt komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê ne, divê êdî hikûmeta faşîst a HTŞ'ê komkujiyên hovane rawestîne û hesab ji berpirsyaran bipirse.

BREGENZ

Li paytexta eyaleta Vorarlberg a Awûstûrya Bregenzê komkujiya Elewyên li Sûriyeyê hat şermezarkirin.

Mitîng ji hêla Navenda Çanda Sara, Navenda Çanda Elewiyan a Vorarlberg û Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Habeşê ve hat lidarxistin. Di mitîngê de daxuyaniyên bi Kurdî, Tirkî û Elmanî  hatin xwendin. 

Serokê Damezirîner ê Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê Turgut Oker di mitîngê de axivî û diyar kir ku divê her kes bertek nîşanî komkujiya Elewiyan bidin. Syasetmedar Mûrat Mûnzûr jî diyar kir ku Tevgera Kurd û dostên wê îro jî weke berê li hemberî komkujiya Elewiyan li kêleka gelê Elewî ne û destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misogeriya gelên Durzî û Elewiyên Sûriyeyê ye.

KIEL

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê, Civaka Elewî ya Kielê, Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a Kielê, Meclisa  Jiyana Jin ûa Kielê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Kielê bi hev re çalakiya protestoyî li dar xistin.

Çalakiya li ber Hauptbahnhof ê Kielê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Elewiyên hatine qetilkirin destpê kir.  Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku li dijî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê çavên xwe ji êrîşên HTŞ'ê re digire, dixwaze dewleteke şerîatê ya dijminê Kurd, Elewî, Durzî, Xiristiyan û jinan ava bikin û banga têkoşîna hevpar hat kirin.

Di çalakiyê de bênavber dirûşm hatin berzkirin û serdegirtina malên Kurdan ên li Kiel û Lubeckê hat şermezarkirin.

BASEL

Gelek kes li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li bajarê Basel ê Swîsreyê li hev civiyan, li Qada Barfûsserê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiya ku bi sedan beşdarbûn de daxuyaniya hevpar hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rola wêranker a dewleta Tirk a li Sûriyeyê û got, “Armanca Erdogan a demdirêj ew e ku li Sûriyeyê dewleteke şerîetê ava bike ku bi taybetî dijminatiya Kurd, Elewî, Durzî, Xiristiyan, laîk û jinan bike. Ji bo bidestxistina vê armancê, ne tenê piştgirî dide komkujiyên HTŞ, di heman demê de rejîma Colanî jî rewa dike."

Çalakî bi axaftinên saziyên demokratîk bi dawî bû.