KON-MED: Banga sedsalê wê bi Newrozê re bibe yek
KON-MED'ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 29'ê Adarê banga tevlîbûnê kir ku wê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin.
KON-MED'ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 29'ê Adarê banga tevlîbûnê kir ku wê li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bê lidarxistin.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) têkildarî Newrozê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Newroza îsal a navendî ya li Elmanyayê wê 29'ê Adarê li Frankfurtê bê pîrozkirin û hate gotin, "Di dîroka gelê Kurd de Newroz xwedî girîngiyeke mezin e. Newroz nîşaneya hatina biharê ye, di heman demê de berxwedan û serîhildana li dijî zilmê ye. Agirê Newrozê ku ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hate dadan, bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan hîn gur bû. Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî bedena xwe kirin agirê Newrozê û li dijî înkar, mêtingerî û asîmîlasyonê berxwedan û meşa azadiyê ya gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê belav kirin. Em careke din şehîdên Newrozê bi hurmet bi bîr tînin.
Li Kurdistanê ku têkoşîna azadiyê 50 sal in dewam dike, Newroz her tim bûye roja nûbûn û mezinkirina berxwedanê. Agirê ku ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hate dadan li her bihosta xaka Kurdistanê belav bû û gur bû. Her Newroz li Kurdistanê bi dirûşma têkoşîna li dijî zilmê hate pîrozkirin. Di vê demê de ku pêvajoyeke dîrokî ye gelê Kurd wê newrozê bi heman dirûşm û xwedîderketinê pîroz bike. Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 27'ê Sibatê kir, wê Newroza îsal li qadan bi daxwaza azadiyê bide pîrozkirin. Ev banga ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ve hate kirin, di serî de li Kurdistanê wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşî li aştiyeke mayinde veke. Banga sedsalê ya Birêz Ocalan wê bi Newrozê re bibe yek. Bi dirûşma çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya Birêz Ocalan wê gelê me dakeve qadan.
Weke rêxistina sîwanî ya saziyên Kurd ên li Elmanyayê KON-MED bi perspektîfa civaka aştiyane û demokratîk a gelê me li ser bingeha parastina destketiyên civakî û neteweyî em bang li gelê xwe, şoreşgeran û dostên demokrat dikin ku li dijî dagirkerî û mêtingeriyê bi ruhê seferberiyê 29'ê Adarê li Frankfurtê beşdarî pîrozbahiya navendî ya Newrozê bibin. Her wiha di serî de meclîsên me yên gel em bang li hemû rêveberiyên federasyonên xwe û pêkhateyên xwe dikin ku ji bo gelê me bigihîne qada Newrozê seferber bibin."