Balûken: Em ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne
Li bajarê Draguignan ê Fransayê, siyasetmedar Îdrîs Balûken li civîna gel axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye.
Li bajarê Draguignan ê Fransayê, siyasetmedar Îdrîs Balûken li civîna gel axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye.
Di civîna gel de ku roja Şemiyê li bajarê Draguignanê hate lidarxistin, endamê Heyeta Îmraliyê ya berê Dr. Îdrîs Balûken axivî û li ser têkoşîn û azadiya gelê Kurd peyamên girîng da.
Balûken bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd ê li Ewropayê mîna beriya niha kir îro jî divê xwedî li têkoşînax we derkeve.
Balûken anî ziman ku ti hêz nikare li pêşiya îradeya gel bisekine û got, "Gelê me yê li Ewropayê çawa ku doh bi rola xwe rabû, îro jî divê xwedî li keda xwe derkeve û vê mîsyona xwe bi cih bîne. Ev gel fedakar e, ji bo azadiya xwe her cûre berdêlan dide. Dixwazim hûn zanibin ku ji her demê bêhtir em nêzî azadî û paşerojeke bedew in. Yên ku dixwazin hebûna xwe li ser tinebûna me ava bikin wê ti carî bi ser nekevin."
Balûken diyar kir ku paradîgmaya nû ya ku Rêber Apo afirandiye ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo Tirkan û gelên Rojhilata Navîn çavkaniyeke hêviyê ye û destnîşan kir ku her Kurdekî welatparêz divê xwedî li vê têkoşînê derkeve.