BI DÎMEN

Cafer Engîzek li Kolnê hat bibîranîn: 48 salan wek derwêşekî jiya

Li Kolnê ji bo yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cafer Engîzek yê 14’ê Adara 2024’an li Rojava şehîd bû, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de malbat û hevrêyên wî qala têkoşîna 48 salan a Cafer Engîzek kirin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cafer Engîzek (Huseyîn Engîzek) di 14’ê Adara 2024’an de li Rojava şehîd bû, ji hêla malbata Engîzek û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) merasîma bîranînê hat lidarxistin. Heval, hevrêyên Cafer Engizek, nûnerên saziyên Kurd, malbatên şehîdan û gelek Kurdistaniyên ji bajarên Ewropayê hatibûn beşdarî bîranînê bûn. Salona bîranînê bi wêneyên Rêber Apo û Cafer Engîzek hat xemilandin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê çira hatin vêxistin û dua hatin xwendin. Birayê Cafer Engîzek, Alî Engîzek di bîranînê de axivî û spasiya xwe pêşkêşî şehîdan û "lêgerînerên heqîqetê" kir. Engîzek wiha axivî: “Huseyîn bira bû, hevrê bû, hevalekî baş bû, mirovekî baş bû. Hemû şoreşger mirovên baş in û canê xwe yê pîroz di vê rêyê de feda dikin. 48 sal! Ji Bêzarê, Gabarê, Katoyê, Qendîlê heta Geliyê Bekayê, dîsa heta bi Nûrhaqan, 48 sal li Kurdistanê ji bo evîna heqîqet û heqiyê wek derwêşekî jiyîn ne hêsan e. Em ê ti carî serê xwe netewînin. Weke malbat û hevrêyên wî bila ev yek wisa bê zanîn.”

Alî Engîzek jî di axaftina xwe de lêgerînerên heq û heqîqetê bi bîr anî û got: “Em dikarin ji Manî dest pê bikin û heta digihêje Rêbertiyê. Ev têkoşîna heqîqetê ya 50 salan e. Rêbertî vê têkoşîna heqîqetê li cihekî du metrekare dide meşandin û di bin balafir û bombeyan de lêgerîna heqîqetê ne hêsan e. Di vê têkoşînê de ti tişt bê bedêl nayê bidestxistin. Berdêla her tiştî heye. Hevrêyên ku vê heqîqetê ji zûve fêmkirine vê têkoşînê domandine.”

Engîzek li ser Banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk rawestiya û wiha domand: “Banga Rêbertiyê bûye mijara sereke ya nîqaşên çapemeniya Tirk û cîhanê. Ev bangawaziya ji bo aştî û civaka demokratîk weke gaveke girîng tê dîtin. Em mirovên ku ji Rêbertiyê bawer dikin in û baweriya me heta dawiyê bi Rêbertiya me heye. Rêbertiya vê tevgerê, têkoşînê di rêya rast de pêşve dibe. Di vê pêvajoyê berpirsyariya me hemûyan heye. Em ti kesî bi tenê nehêlin û divê her kes xwedî li vê têkoşînê derkeve. Em ê bi hev re di vê rêyê de bimeşin.”

Xwişka Cafer Engîzek Hatîce Engîzek jî destnîşan kir ku têkoşîna birayê wê ya 48 salan ji vegotina jiyanekê wêdetir e. Hatîce Engîzek dema qala têkoşîna birayê xwe û bîranînên ku di zarokatiyê de jiyane kir, li salonê demên hestewarî hatin jiyîn.

Piştî axaftina Hatîce Engîzek helbesta ku şehîd Cafer Engîzek jê hez dikir hat xwendin û dirûşma "Şehîd namirin" li salonê olan da.

Alî Konkurt jî li ser navê KOMAW'ê axivî û got: “Eger îro Kurd bi serbilindî dikarin xwe îfade bikin, ev bi saya keda şehîdan e. Em soz didin ku em ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de her tim zindî bihêlin. Em îro di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin. Rêber Apo ji bo aştî, wekhevî, azadî û jiyana demokratîk gavek nû avêt. Fikr û pêşbîniya Rêbertiya me wê me ber bi serketinê ve bibe.”

Rojnamevan Sefkan Kobanê têkoşîna Cafer Engîzek a li ser rêya heqîqetê vegot. Kobanê anî ziman ku Cafer Engîzek di nava Tevgera Azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng e û wiha axivî: “Dema hevrê Cafer li Bazarcixê tevlî têkoşînê bû, hevalên Kemal Pîr û Hakî li derdora wî hebûn. Rêber Apo di sala 1976'an de dixwest dest bi nasnameyeke nû û têkoşîna azadiyê ya Kurd bike. Heval Cafer dema ku ramanên Rêbertiyê nas kir, mamoste bû. Wê demê dev ji mamostetiyê berda û biryar da ku tevlî têkoşîna azadiyê bibe û ji bo azadî û sosyalîzmê têbikoşe.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Cafer Engîzek hatibû amadekirin hat pêşandan. Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.