BI DÎMEN

Li Mannheimê ji bo Rojava çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û piştevaniya ji bo Kurdan meşek hate lidarxistin.

ÇALAKIYA PIŞTEVANIYÊ YA JI BO ROJAVA 

Bi sedan dostên Kurdan ên Elman û Kurdistanî ji bi piştevaniya Rojava li Qada Schlossplatzê yê Mannheim ê Elmanyayê kom bûn û çalakî li dar xistin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên li Rojava jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Girse bi hilgirtina alên YPG û YPJ’ê û bi berzkirina dirûşmên ji bo Rojava meşiyan.

Meş li Qada Alte Feuerwache bi dawî bû. Li qadê têkildarî êrîşên li ser statûya Kurdên li Rojava axaftin hatin kirin. Siyasetmedar Ziya Pîr û parêzerê Rêber Apo Omer Guneş bal kişandin ser geşedanên li herêmê û banga mezinkirina têkoşînê li her kesî kirin.