Li bajarê Marsîlya yê Fransayê têkildarî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo de panela "Civaka Demokratîk" hat lidarxistin. Siyasetmedar Dr. Îdrîs Balûken di panelê de axivî. Balûken bal kişand ser berxwedana Rêber Apo ya ku 26 sal in di pergala tecrîdê ya li Îmraliyê de dimeşîne û wiha axivî: “Ez bi rêzdarî vîna mezin, berxwedan û têkoşîna Birêz Ocalan a ku ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê dimeşîne bi rêzdarî silav dikim."
Balûken anî ziman ku Rêber Apo di bin şert û mercên tecrîdê ji bo teşedayina Rojhilata Navîn tezên nû pêş xistiye û got: “Tevî şert û mercan jî deriyê hêviyê li herêma ku veguheriye gola xwînê, vedike." Balûken destnîşan kir ku planên kesên ku di pêvajoya berê de maseya aştiyê qulipandin, pûç bûn û ev wiha domand: “Eger yên ku maseya aştiyê qelibandin encam bi dest bixistana, em ê îro ne li vir bûna. Hebûna me ya li vir bi saya agirê Newrozê yê li tevahiya Kurdistanê hatiye pêxistin û têkoşîna li Rojava ye. Ev jî nîşan dide ku gelê Kurd Birêz Ocalan weke îradeya siyasî û muxatabê pêvajoya aştiyê dibîne."
HEWCEYÎ BI RÛPEREK NÛ HEYE
Balûken diyar kir ku divê rûpelek nû bê vekirin û wiha pêde çû: “Eger rûpelek nû bê vekirin, divê polîtîkayên yekperestî û asîmîlasyonê yên Destûra Bingehîn a 1924’an bên guhertin."
Balûken anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd li cîhanê û herêmê de xwedî cihekî girîng e û axaftina xwe wiha domand: Heke yên ku mase qulipandin û biryara şer dan, neçar mane ku dîsa maseyê deynin, divê were zanîn ku ev encama têkoşîna gelê Kurd e."
MODELA CIVAKA DEMOKRATÎK JI BO ÇARESERIYA MAYÎNDE ÇAVKANIYEKE GIRÎNG E
Di panelê de modela civaka demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşniyarkirin û gengaziya vê modelê ya ji bo aştiya Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin. Panelistan destnîşan kirin ku fikrên Birêz Ocalan ji bo çareseriya mayînde ya li herêmê çavkaniyeke girîng e.
Di beşa pirs û bersivan de beşdarvanekî pirsen, astengiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê çi ne? Bi dîtina we pêvajoya aştiyê ya berê ji bo çi têk çû? Balûken wiha bersiv da: “Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê, nêzîkatiyên yekalî û destwerdanên derve pêvajo vala derket. Ev sepanên ku îradeya gelê Kurd li ber çavan nagire, nehişt ku pêvajo bi tenduristî pêş bikeve.”
Beşdarekî din jî ji bo pêvajoya aştiyê ya nû divê gavên çawa bên avêtin pirsî. Balûken wiha bersiv da: “Destpêkeke nû encax bi bidawîkirina polîtîkayên tekparêzî û asîmîlasyonîst ên Destûra Bingehîn a 1924’an pêkan e. Divê hemû beşên civakê di nava Destûra Bingehîn a pirdengî, tevgir û demokratîk de cih bigirin. Ev yek wê nexşerêyeke adil çêbike.”
Balûken bi bîr xist ku berxwedana Rêber Apo planên manîpulasyonê yên hêzên navneteweyî pûç kir û ji bo têkoşîna xwerêveberiyê ya gelê Kurd bû kevirê bingehîn û wiha bi dawî kir: "Ev rewş ne tenê li herêmê, ji bo tevahiya mirovahiyê peyameke hêviyê ye."