Li Elmanyayê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ hate silavkirin
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, li bajarên Hambûrg û Bremen ên Elmanyayê bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hate silavkirin.
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, li bajarên Hambûrg û Bremen ên Elmanyayê bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hate silavkirin.
Gelek kes li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bremenê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Oldenbûrgê li Hauptbahnhof ê Bremenê kom bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest bi meşê kirin. Girseya gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ber bi Domşeideyê ve meşiyan.
Piştî meşê li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ji bo bidawîbûna şerên li Rojhilata Navîn pêşniyara çareseriyê pêşkêş kir û hate destnîşankirin ku helwesta welatên wekî Elmanya, DYE û Fransa ya li ser mijarê girîng e. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku mexdûriyetên ji ber qedexekirina PKK'ê derketine holê bên çareserkirin û hate gotin ku berdeewamkirina qedexeyê zerarê dide pêvajoya çareseriyê.
HAMBURG
Gelek Kurdistanî û dostên wan li ser banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê li ber avahiya Şaredariyê hat cem hev û çalakî lidar xistin. Parlamenterê Eyaleta Hambûrgê Dîe Lînke (Partiya Çep) Norbert Hackbusch di çalakiyê de axivî û diyar kir ku divê komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê bi dawî bibe û anî ziman ku ji bo banga Rêber Apo pêk were divê qedexeya PKK'ê ya li Ewropayê bê rakirin. Hackbusch bi gotina “Freiheit fur PKK, Freiheit fur Abdullah Ocalan (Ji PKK’ê re azadî, ji Abdullah Ocalan re azadî)” dawî li axaftina anî.
Kurdistaniyên li Elmanyayê û dostên wan bal kişandin ser girîngiya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya 27'ê Sibatê û diyar kirin ku ew ê xwedî li pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo derkevin.