Komkujiya Elewiyan li Nantesê hate şermezarkirin
Li bajarê Nantes ê Fransayê, ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Nantes ê Fransayê, ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê çalakî hate lidarxistin.
Saziyên Elewî, aktîvîstên Fransî û gelek saziyên civaka sivîl piştgirî dan çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantesê (DKTM) ve hat lidarxistin.
“KOMKUJIYAN RAWESTÎNIN!”
Meş ji Place de Commerce ya li navenda bajêr destpê kir, li Place de Royale bi dawî bû. Di meşê de pankarta “Komkujiyên li dijî Elewiyan rawestînin!" û "Em edaletê dixwazin!" hilgirtin û bi berzkirina dirûşman komkujî şermezar kirin.
'ROLA TIRKIYEYÊ DI KOMKUJIYÊ DE HEYE'
Li ser navê DKTM'ê Dogan Kaya axivî û bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê de û got, "Ji bo careke din li herêmê komkujî neqewimin, divê hawirdoreke demokratîk û çareseriyên aştiyane bên pêşxistin." Kaya li ser pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin rawestiya û destnîşan kir ku hikûmeta Enqereyê di vê pêvajoyê de ne samîmî ye û wiha domand: “Guherîna gotin û şêwaza ji bo aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê dikare rê li ber çareseriyeke mayînde veke."
DIRÛŞMÊN "BIJÎ SEROK APO" Û "LIBERTÊ POUR OCALAN"
Di meşê de bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û “Liberté pour Ocalan” bal kişandin ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Çalakgerên Fransî jî bi peyamên xwe piştgirî dan çalakiyê. Çalakî piştî axaftinan bi deqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.