EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê 6 rastgirên tund ên faşîst hatin binçavkirin
Li Parîsê roja 16’ê Sibatê faşîstan êrîşî Komeleya Çanda Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTIT) kirin û ciwanek birîndar kirin. Hat ragihandin ku ji van faşîstan 6 kes hatin binçavkirin. -
KON-MED: Em kiryarên dermirovî yên polîsên Elman şermezar dikin
KON-MED’ê diyar kir ku polîsên Elman Kurdên ku ji Kehl û Offenburg’ê xwestine beşdarî meşa Strasbourg’ê bibin, bi rengekî kêfî rû bi rûyê lêgerîna tazî hiştine. KON-MED’ê ev yek weke kiryareke dermirovî nirxand û şermezar kir. -
KCDK-E: Bi deh hezaran kesî dilsoziya xwe ya bi pêvajoya Rêber Apo re nîşan dan
KCDK-E'yê ragihand ku mîtînga Strasbourgê ya Mezin rastiya gelê Kurd a meşa li ser rêya Rêber Apo careke din raxist pêş çavan û spasiya bi deh hezaran beşdarên mîtîngê kir. -
Young Struggle: Em ê serî li hemberî êrîşan netewînin
Young Struggle bertek nîşanî êrîşa 30 faşîstan a bi kêr û darê da û got: “Em ê vê êrîşê bê bersiv nehêlin. Em ê her tim têkoşîna antîfaşîst xurt bikin.” -
Li Parîsê faşîstan êrîşî ACTIT’ê kirin: Ciwanek bi giranî birîndar bû
Li Parîsê faşîstên Neonazî êrîşî Komeleya ACTIT’ê kirin û ciwanekî endamê Young Struggleyê birîndar bû. ACTIT'ê xwest ku êrîşkar bên girtin û ji saziyên ku sersarî kirine hesab bê pirsîn. -
Platforma Gelan a Ewropayê: Berpirsyariya dîrokî li ser milê me ye
Bernameya ku Platforma Gelan a Ewropayê li Viyanayê li dar xist bi dawî bû û peyama, “Em ê bi yekkirina têkoşîna xwe û bergehên xwe, jiyana azad a ku gelên cîhanê û hemû zindiyên di gerstêrkê me de heq dikin, ava bikin.” -
MOP: Bila tecrîda Îmraliyê were rakirin
MOP’ê bi wesîleya salvegera 26’emîn a Komploya Navnteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da û xwest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. -
Kurdistanî û dostên wan li Torontoyê li dijî komployê meşiyan
Bi sedan kesên ku bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê li Torontoyê meşiyan wiha gotin, “Heta ku welat û Rêbertiya me azad nebe, her roj ji bo me roja reş e û her roj roja têkoşînê ye.” -
Li Moskowayê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
Li peytexta Federasyona Rûsyayê li Moskowayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ku 1999’an de li dijî Rêber Apo pêk hat, civînek hat lidarxistin. -
Li Stockholmê komplo hate protestokirin: Di serma û seqemê de 15 km meşiyan
Di salvegera 26’an a komploya navneteweyî de ya li hemberî Rêber Apo hate kirin, li paytexta Swêd Stockholmê meş û mîtîng hate lidarxistin. -
Komploya navneteweyî li Atînayê hat protestokirin
Li Atînayê komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo hat protestokirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku Rêber Apo bi fikr û têkoşîna xwe komplo vala derxistiye. -
Li Helsînkiyê di salvegera komployê de civîna gel
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de, civîna gel hate lidarxistin. -
Ji Konseya Neteweyî ya Betnahrînê daxuyaniya 15’ê Sibatê
Konseya Neteweyî ya Betnahrînê destnîşan kir ku heta azadiya Rêber Apo û statuya gelên Mezopotamyayê neyê naskirin wê aştî û demokrasî neyê Rojhilata Navîn. -
Komplo bi meşeke girseyî li Mîlanoyê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî bi armanca protestokirina komploya 15’ê Sibatê û ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Mîlano yê Îtalyayê meşeke girseyî li dar xistin. -
Komploya 15’ê Sibatê li Osloyê hate protestokirin
Komploya 15’ê Sibatê li paytexta Norwec Osloyê bi mitîngekî hate protestokirin. -
Li Moskovayê têkildarî çapemeniya jinên Kurd konferansek hate lidarxistin
Li Moskovayê têkildarî çapemeniya jinên Kurd konferansek hate lidarxistin û ji 6 welatên cuda zêdetirî 250 pispor û zanyar beşdar bûn. -
Li Marsîlyayê zêdeyî deh hezar kes meşiyan: Ji Rêber Apo re azadî!
Bi hezaran kesên ku li Marsîlyayê li dijî Komploya Navneteweyî meşiyan, azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd qîriyan. -
Komploya 15’ê Sibatê li Berlîn û Erfurtê hat protestokirin
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li paytext Berlîn û Erfurtê hat protestokirin û hat diyarkirin ku Rêber Apo û gelê Kurd bi fikir, pratîk û têkoşîna xwe Komploya Navneteweyî pûç kirin. -
Komploya 15’ê Sibatê li Kopenhagê hat protestokirin
Bi wesîleya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ji navçeya Husum a paytexta Danîmarka Kopenhagê heta qada Şaredariya Kopenhagê meş hate lidarxistin. -
Kurdistaniyên li Viyanayê meşiyan: Hûn nikarin roja me tarî bikin!
Serokê Civaka Azad ê Viyanayê Ahmet Zîrek di meşa protestokirina komploya navneteweyî de axivî û got, “Em ê xwedî li Rêber Apo yê ku 26 sal in li girava Îmraliyê berxwedaneke mezin dimeşîne, derkevin. Em tim û tim dibêjin ku hûn tu carî nikarin roja me ta -
Ji Londonê peyama 15’ê Sibatê: Heya Rêber Apo azad nebe, em nasekinin
Di salvegera komploya 15’ê Sibatê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û komplo şermezar kirin û peyama; ‘’Komploger têk çûn. Heya Rêber Apo azad nebe, em nasekinin’’ hate dayîn. -
'Tu hêz êdî nikare Rêber Apo li Îmraliyê bigre’
Meşa Dirêj a ku li Bordeauxê ji bo Rêber Apo hat lidarxistin, bi mitînekî bi heybet bi dawî bû. Siyasetmedar Alî Haydar anî ziman ku wê êdî tu hêz nikaribe Rêber Apo li pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bigre. -
Gelê Kurd û dostên wan li Romayê li dijî komployê meşiyan
Gelê Kurd û dostên wan ên Îtalî ku li paytext Romayê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. -
Balûken: Li maseya ku Abdullah Ocalan lê be, Kurd winda nakin
Îdrîs Balûkên di mitînga Strasbourgê de axivî û diyar kir ku Rêber Apo ji bo aştî û çareseriyê 26 sal in muxatabê digere û got, “Her kes baş dizane ku li maseya ku Abdullah Ocalan lê be, gelê Kurd tu car winda nake.” -
Li Strasbourgê bi yek dengî daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin
Gelê Kurd û dostên wan ên li Strasbourgê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin. Çalakvanan bal kişand ser rola Rêber Apo ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin ku divê têkiliya Rêber Apo ya bi gelê Kurd û tevgerê re were avakirin.