Li Viyanayê li dijî qetilkirina Elewiyan mîtîng hate lidarxistin
Li dijî qetilkirina Elewiyan a li Sûriyeyê li Viyanayê mîtîngek hate lidarxistin.
Li dijî qetilkirina Elewiyan a li Sûriyeyê li Viyanayê mîtîngek hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo şermezarkirina komkujiyên HTŞ'ê yên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng ji aliyê 10 rêxistinên girseyî ve hate lidarxistin û bi beşdariya bi hezaran kesî li ber Parlamenta Awûstûryayê pêk hat.
Di axaftinên li çalakiyê de êrîşên li dijî civaka Elewî bi tundî hatin şermezarkirin û bang li rayedarên Awûstûryayî hate kirin ku vê komkujiyê bixin rojeva xwe û ji bo berpirsyar di asta navneteweyî de hesab bidin bikevin nava liv û tevgerê.
Parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê Bêrîvan Aslan jî beşdarî çalakiyê bû û got, "Ev komkujiya li hemberî Elewiyan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ti gel, ti bawerî nabe ku bi vî rengî bê tinekirin. Rabûna li ber van êrîşan berpirsyariya me hemûyan e."
Di mîtîngê de dirûşmên "Dawî li qirkirina Elewiyan bînin", "Li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin", "Kujer Erdogan, kujer Colanî" hatin qîrîn.
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.