Komkujiyên li Sûriyeyê yên li ser gelê Elewî yên ji aliyê hêzên girêdayî HTŞ’ê ve tên kirin, bi pêşengtiya saziyên Elewiyan ên li Swîsreyê, pêkhateyên Yêkîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê, rêxistinên demokratîk ên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê hatin protestokirin.
Girseyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, merasima rêzgirtinê li dar xist û gelek caran dirûşmeya ‘’HTŞ’ya qirker, AKP’ya hevkar’’ hate berzkirin.
Piştre Pîr Alî Çalhan avivî. Çalhan diyar kir ku Elewî di hemû serdemên dîrokê de bi komkujiyan re rû bi rû mane û got: ‘’HTŞ’ya ku ji bilî xwe mafê jiyanê ji tu gel û baweriyan re nabîne, li Sûriyeyê rêveberî bi dest xistiye. Ev avaniya ku bi piştgiriya NY’ê dewletên Ewropayê hatiye ser rêveberiyê, îro gelê me yê Elewî qetil dike.’’
Teksta daxuyaniya hevpar ya saziyên ku çalakî li dar xistine jî ji aliyê Songul Aslan ve hate xwendin. Songul Aslan bang li NY’ê kir ku komkujiya li ser Elewiyan bide sekinandin û diyar kir ku HTŞ’ya ji aliyê DYE, Îsraîl, Brîtanya û bi taybetî jî dewleta Tirk ve piştgiriya wê tê kirin, li seranserê welêt pêleke terorê daye destpêkirin.
Songul Aslan destnîşankir ku rejîma Erdogan di piştevaniya vê tundiyê de roleke sereke lîstiye û ev yek anîn ziman: ‘’Ji destpêka pevçûnan ve ye Erdogan çek daye van komên Îslamîst ên tundraw, ew perwerde kirine û alikariya fînansî daye wan. Armanca Erdogan ya sereke, avakirina dewleteke teokratîk e ku dijminahiya bawerî û cudahiyên li Sûriyeyê dike.’’
Songul Aslan anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî li qadê kêm agahiyan berhev dike û wiha dewam kir: ‘’Divê erka wan bes ne agahî bin, divê mudaxele jî bikin. Divê ev sûc werin belgekirin û qada navneteweyî bikeve dewrê. Divê NY zêdetir li ser bisekine û ji bo sekinandina komkujiyan û ewlehiya gelê sivîl pêngavên hewce biavêje.’’
Songul Aslan piştre bang li NY’ê kir û ev daxwaz anîn ziman: ‘’Em bang li NY’ê dikin ku lêpirsînan bide domandin ji bo belgekirina sûcên şer ên HTŞ’ê û hevkarên wê, hebûna xwe ya li herêmê xurttir bike. Em daxwaz dikin ku piştevaniya Erdogan ya ji bo HTŞ’ê were şermezarkirin û ji aliyê civaka navneteweyî ve were rawestandin. Nabe ku piştevaniya rejîma Tirkiyeyê ya ji bo komên terorîst were paşguhkirin. Di serî de Elewî, Durzî û Xiristiyan em daxwaz dikin ku hemû pêkhateyên li Sûriyeyê werin parastin. Ev pêkhate, bi berdewamî dibin mexdûrên olî û etnîkî. Em dixwazin berpirsên komkujiyan li pêşiya edaleta navneteweî werin darizandin û sûcdar bê ceza nemînin.’’
Şaredarê berê yê Cenevreyê û Endamê Konseya Meclîsa Şaredariya Partiya Keskan Alfonso Gomez jî ev yek anîn ziman: ‘’Mixabin ku terorîstên beriya niha, îro rêveberiya Sûriyeyê di destê xwe de digirin. Ev rêveberî rêzê li bawerî û nasnameyên gelên li herêmê nagire û komkujiyan pêk tîne.’’ Û Gomez da zanîn ku ew ê piştevaniya xwe ya ji bo pêkhateyên li Sûriyeyê bidomînin.
Herî dawiyê jî axaftinek ji aliyê Endamê Partiya Keskan William Makosso û Şaredarê berê yê Cenevreyê Remu Pagani ve hate kirin û bang li NY’ê kirin ku pêşiyê li komkujiyan bigire.