Li Kolnê komkujiyên li dijî Elewiyan hate şermezarkirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê komkujî û êrîşên li dijî civaka Elewiyên li Sûriyeyê, bi mîtîngeke girseyî hate şermezarkirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê komkujî û êrîşên li dijî civaka Elewiyên li Sûriyeyê, bi mîtîngeke girseyî hate şermezarkirin.
Gelek kes li ser banga Yekîtîya Elewiyên Rojhilatê Derya Spî û Civaka Elewî bi dirûşma “Komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê rawestînin” li qada Heumarkê ya Kolnê kom bûn. Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan a Ewropayê (AABK), Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Elewiyên Ereb ên Ewropayê û gelek saziyên demokratîk û nûnerên partiyên siyasîbeşdarî mitîngê bûn.
Di mitîngê de ewilî Serokê Giştî yê AABK'ê Huseyîn Mat axivî û bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyên li Sûriyeyê û got, "Hêzên navneteweyî û herêmî çavên xwe ji komkujiyên li Laziqiyê û bi giştî li Sûriyeyê re girtin. Tirkiye piştgiriya Colanî û çeteyên wî dike û sûcdarê herî mezin Tirkiyeyê ye. Divê em li dijî van komkujiyan têkoşîna hevpar mezin bikin.”
‘ZÎHNIYETA MUAWIYE BERDEWAM DIKE’
Li ser navê Federasyona Elewiyên Ereb ên Ewropayê Suleyman Serhan Narli jî axivî û bi bîr xist ku ji sala 2011’an û vir ve li dijî Elewiyên li Sûriyeyê hewldanên qirkirinê tên kirin û ev tişt anî ziman: “Pêvajoya komkujiyan di sala 2011’an de li Cesre Şuur destpê kir, îro bi çeteyên Colanî didome. 7 hezar kes ji ber ku Elewî bûn hatin qetilkirin. Ev zîhniyet, zîhniyeta Muawiye ye û berdewam dike.” Narli xwest ku ji Hatayê heta Lazkiyeyê korîdora alîkariya mirovî ya lezgîn bê vekirin û destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne.
Hevserokê Giştî yê FEDA’yê Demîr Çelîk li ser dîrokçeya êrîşan rawestiya û got, “Îro SMO, DAÎŞ, HTŞ êrîşî Elewiyan dikin. Em vê zîhniyetê ji Koçgirî, Dersim, Mereş û Çorûmê dizanin. Her çiqasî pêvajoyek dijwar be jî, em dikarin li dijî dîktatoriya HTŞ û AKP/MHP’ê têkoşîna aştî û civaka demokratîk pêş bixin.”
Di mitîngê de bênavber dirûşmên dirûşmên "Bijî Biratiya Gelan" û "Qatil HTŞ, hevkar AKP" berz kirin.
Piştî axaftinan daxuyaniya hevpar hate xwedin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê komkujiyên li ser civaka Elewiyên li Sûriyeyê demildest bi dawî bibin û sûcdar bên darizandin."