FEDA’yê bertek nîşanî manîpulekirina mitînga 15’ê Adarê da

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) têkildarî agahiyên nerast ên li ser çalakiyên 15’ê Adarê yên li dijî komkujiyên Elewiyan ên bi taybet li bajarê Koln ê Elmanyayê û gelek bajaran bên lidarxistin, di medyaya dîjîtal de tên belavkirin şermezar kir.

FEDA'yê têkildarî manîpulekirina çalakiyan daxuyaneke nivîskî da û bertek nîşanî agahiyên nerast ên ku li ser hin medyayên dîtbarî û dîjîtal ku îdîa dikin Tevgera Kurd a Ewropayê ji mîtînga 15'ê Adarê vekişiyaye, da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Mitînga 15’ê Adarê wê bi pêşengiya AAAF (Federasyona Elewiyên Ereb ên Ewropayê), AABK (Konfederasyona Komeleyên Elewiyên Ewropa û FEDA (Federasyona Elewiyên Demokratîk) ji bo şermezarkirina qirkirina Elewiyên Ereb bê plankirin û lidarxistin.

Tevgera Kurd a Ewropayê di ti qonaxeke pêvajoya plansaziya mitîngê de xwe venekişandiye. Ev agahiyên nerast bi armanca manîpulekirinê tên belavkirin û tê xwestin ku di têkoşîna hevpar a bindestan de nakokiyan derxîne.

Berevajiyê vê îdîayê Tevgera Siyasî ya Kurd ku bi hesasiyet pêvajoyê dişopîne, wê bi al û pankartan û di asta girseyî de li kêleka giyanên xwe yên Elewiyên Ereb bin.

Her kesê xwedî wijdan ku dilê wî ji mirovahiyê re lêdixe, ji nasnameya xwe ya etnîkî û çi jî nêrînên xwe yên siyasî hene divê beşdarî mitînga 15'ê Adarê ya ku wê bi koordîneya saziyên Elewiyan bê lidarxistin, bibin.”