BI DÎMEN

Şehîdên Helebceyê li Berlînê hatin bibîranîn

Li Berlînê bi boneya salvegera 37'an ya Komkujiya Helebceyê bîranîn hat lidarxistin.

Di 16’ê Adara sala 1988’an de rejîma Baasê ya Iraqê li Helebceyê bi gazên kîmyewî bombebaran kir. Di komkujiyê de zarok, jin kal û ciwan jî nav de zêdetirî 5 hezar kesên hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî birîndar û winda bûn. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di salvegera 37’emîn a komkujiyê de li paytexta Elmanya Berlînê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 16’ê Adara sala 1988’an de di çarçoveya êrîşên berfireh yên li dijî Kurdan de rejîma Baasê ya Iraqê bi gazên kîmeyewî Helebce bombebaran kir. Di komkujiyê de zarok, jin kal û ciwan jî nav de zêdetirî 5 hezar kesên hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî birîndar û winda bûn. Li gel ku bi ser êrîşa li ser Helebce û Şarezur de 37 sal derbas bûn jî hîna jî bandora wê tê jiyîn.

Komkujiya Helebce divê weke qirkirinê bê naskirin û tezmînet ji bo mexdûrên komkujiyê re bê dayîn. Divê ji herêma Helebceyê re alîkariya mirovî bê kirin û gundên li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê yên hatine xirabkirin ji nûve bên avakirin. Divê hemû kesên di pêşxistina çekên kîmyewî yên Saddam Huseyîn de cih girtine bê darizandin. Divê êrîşên Tirkiye, Sûriyeye û Îranê yên li ser Kurdistanê bên şermezarkirin.”