CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Sistan-Belûcistanê êrîş: Herî kêm 11 polîsên Îranê mirin
Li eyaleta Sistan-Belûcistan a Îranê di êrîşeke li ser qereqoleke polîsan de herî kêm 11 polîs mirin. -
Pûtîn: Aştî yan bi muzakereyê yan jî bi zorê!
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî niyeta xwe ya mayîna li Kremlînê herî kêm heta sala 2030’an ragihand hefteyek şûnde, bi civîna salane ya li Moskovayê maratona pirs-bersiva bi rojnamevan û raya giştî re bal kişand. -
Di şerê Xezeyê de 69 roj: Hejmara miriyan derket 18 hezar û 787’an
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombebarana Îsraîlê ya li Şerîda Xezeyê de 18 hezar 787 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Ekvadorê 9 mehan zêdeyî 450 zarok hatin kuştin
Li Ekvadorê di navbera mehên Çile û Îlonê de herî kêm 455 zarok û ciwan di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dan. -
Endamên Yekîtiya Ewropayê li ser reforma bazara elektrîkê li hev kirin
Dewletên Yekîtiya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê li ser mijara reforma bazara elektrîkê li hev kirin. Armanc jî 'Aramîkirina bazarê', 'pêşkêşkirina elektrîkê bi buhayekî hîn guncaw' û 'zêdekirina hêza hevrikiyê ya endustriyî' ye. -
NY hişyar kir: Lİ Sûdanê qeyrana mirovî her diçe kûrtir dibe
Neteweyên Yekbûyî, piştî şerê ku bi mehan e didome diyar kir ku ji 17 mîlyonan zêdetir mirov nagihêjin xwarinê. Bang kir ku ji bo têkoşîna li hember qeyrana xwarinê ya Sûdanê ji 75 mîlyonî zêdetir alîkarî bê kirin. -
Li Xezeyê hejmara miriyan derket 18 hezar û 608 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de 18 hezar û 608 kes hatine kuştin. -
Di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de pevguhertina dîlgirtiyan
Hat ragihandin ku di çarçoveya lihevkirineke berê de, Azerbaycanê 32 leşkerên Ermenî, Ermenistanê jî 2 leşkerên Azerî berdane. -
Von der Leyen xwest pêkanîn li Cihûyên tundraw bêne ferzkirin
Seroka Komîsyona Ewropayê (KE) Ursula Von der Leyenê diyar kir, ew dixwaze niştecihên Cihû yên "tundraw" ên li Şerîa Rojavayê bi pêkanînan bêne cezakirin. -
Li Xezeyê rewşa dawî ya şer
Şerê li Xezeyê di roja 68'an de ye. Bîlançoya mirovî jî giran dibe. Neteweyên Yekbûyî Xeze weke 'dojeha li ser rûyê erdê' pênase kir. DYE'yê jî rexne li Îsraîlê kir. -
Parlamenta Îngiliz qebûl kir ku koçber ber bi Rûandayê bêne dersînorkirin
Parlamenta Îngilistanê qanûna binakok qebûl kir ku qanûn der barê dersînorkirina koçberên ku bi rêyên neqanûnî hatine Îngilistanê de ye û li gorî vê yekê wê koçberan bişînin Rûandayê. -
Hilbijartina Serokê Meclîsê ya Iraqê ji bo demeke nediyar hate taloqkirin
Hilbijartina Serokê Meclîsê ya Iraqê ku diviyabû vê Çarşemê bihata kirin, ji ber ku hilbijartinên 18'ê Kanûnê yên encûmenên parêzgehan ji bo demeke nediyar hate taloqkirin. -
Îsraîl ava deryayê berdide nava tunelên li Xezeyê!
Rojnameya Wall Street Joûrnal îdîa kir ku Îsraîl ava deryayê berdide nava tunelên Hamasê yên li Şerîda Xezeyê. Joe Bîden jî hişyarî da Îsraîlê ku piştgiriya navneteweyî têk çûye. -
UNRWA: Xeze bûye dojeha ser rûyê erdê
Digel ku şerê li Xezeyê di roja 67’an de didome, hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîl de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 20 hezaran. -
Şî Cînpîng li dijî bandora DYE’yê serdana Vîetnamê kir
Bandora DYE’yê ya li başûrê rojhilatê Asyayê zêde dibe. Serokê Dewleta Çînê Şî Çînpîng ji bo ku li dijî vê rabe, serdana Vîetnamê kir. -
Li Pakistanê êrişa xwekujî: Bi dehan kes mirin
Li bakurrojavayê Pakistanê li hemberî avahiyeke leşkerî êrişeke xwekujî hate kirin. Di encamê de herî kêm 23 kes hatin kuştin. -
Fuzeyê Husiyan keştiya Norwêcê kir hedef, ti windahî çênebûn
Hate ragihandin ku ji herêma di bin kontrola serhildêrên Husiyan de fuzeyek li keştiya Norwêcê ya li peravên Yemenê ketiye. Di encama vê êrîşê de ti windahî çênebûne. -
Guhertinên avhewayê cureyên ajalên kovî tune dike
Li gorî nûjenkirina herî dawî ya Lîsteya Sor a Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN), çaryeka masiyên ava şirîn di bin xetereyê de ne. -
Parlamenterên PE’yê ji bo Jîna Emînî bang li Îranê kirin
Ji zêdetirî 100 endamên Parlamentoya Ewropayê bang li Tehranê kirin rê bide malbata jina Kurd Jîna Emînî ku ji bo wergirtina Xelata Sakharovê were Fransayê. -
NY’ê ji bo 180 milyon kesan banga alîkariyê ya 46 milyar dolarî kir
Neteweyên Yekbûyî li seranserê cîhanê ji bo alîkarî dayîna 180.5 milyon mirovan, banga alîkariyê kir ku 46,4 milyar dolar were komkirin. -
Xweseriya Keşmîrê jê hate standin, Dadgeha Bilind a Hindistanê erê kir
Hikûmeta Narendra Modî ya netewperest biryar da ku statuya nîv xweser a Keşmîrê bi dawî bike. Dadgeha Bilind a Hindistanê biryar erê kir. -
Li DYE'yê ji ber ba û bahozê 6 kes mirin
Li eyaleta Tennessee ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber balîsok û şert û mercên nebaş ên hewayê herî kêm 6 kes mirin, zirarên cidî gihiştin malan û elektrîk qut bû. -
Gelê Misrê serokkomarê xwe yê nû hildibijêre
Hilbijêrên Misrî ji bo hilbijartina serokkomariyê bi dema herêmî saet di 09:00 de dest bi dengdanê kirin. -
WHO banga agirbestê kir
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) banga agirbestek "bi lezgîn" kir. WHO’yê hişyarî da ku pergala tenduristiyê ya li Xezeyê hilweşiyaye û got ku ew êdî windakirina ne ambulansekê ne jî nexweşxaneyekê nadin ber çavan. -
Pûtîn ji bo serokatiyê dîsa namzet e
Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biryar daye ku di hijbijartinên Adara 2024'an de careke din bibe namzetê serokatiya Rûsyayê.