UNRWA: Xeze bûye dojeha ser rûyê erdê

Digel ku şerê li Xezeyê di roja 67’an de didome, hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîl de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 20 hezaran.

Îsraîl di roja 67’emîn a şer de bombekirina bajarokê Xan Yûnis ê li başûrê Xezeyê didomîne. Rayedarên Hamasê ragihandin ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê li Refahê ya nêzî sînorê Misrê de 22 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî bîlançoya herî dawî ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê daye, li Xezeyê 18 hezar û 205 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Berdevkê Wezaretê Eşref El Kudra ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heta niha 49 hezar û 645 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya sibeha Sêşemê de ragihand ku ji destpêka operasyona bejayî ya li Xezeyê heta niha 105 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin. Artêşê diyar kir ku 13 ji wan bi “guleya hevalan” hatine kuştin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), kêmtir ji sêyeka nexweşxaneyên Xezeyê dixebitin. Karmend jî dikarin bi çavkaniyên pir kêm û sînordarkirî xizmetê bidin.

Serokê Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Phîlîppe Lazzarînî di serdana xwe ya Xezeyê de diyar kir ku gelê Xezeyê li ser rûyê erdê dojehê dijî.

Lazzarînî li ser hesabê xwe yê X’ê got, ‘’Trajediya li Xezeyê her diçe xerabtir dibe. Mirov li her derê ne, li kolanan dimînin, bê tişt in. Ji bo ewlehî û dawîlêhatina vê dojehê diqîrin.”

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bang li Îsraîlê ya ku li ser herêmên başûrê Xezeyê bombeyan dibarîne kir ku jiyana sivîlan biparêze.

Rayedarê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Nathanîel Tek ev tişt anî ziman: "Pêwîst e Îsraîl girîngiyê bide parastina jiyana mirovan û girîngiyê bide saziyên alîkariyê yên sivîlan.”

Tek got, “Di vê pevçûnê de du alî hene‘ û Hamasê tu berjewendî û meyla xwe nîşan nedaye ku berpirsiyariya xwe ya parastina sivîlan bi cih bîne."