Şerîk: Çîna karker divê li ber şer rabe

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman, yekdestiya li ser kedxwariyê hatiye avakirin, çavkaniya esasî ya şerê li Kurdistanê ye û destnîşan kir ku karker û kedkar divê li dijî şer têbikoşin.

HEVPEYVÎNA CEMAL ŞERÎK A LI SER 1'Ê GULANÊ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk li ser 1'ê Gulanê ji ANF'ê re axivî.

Cemal Şerîk anî ziman ku karker û kedkarên li Tirkiye û Kurdistanê gelek caran nîşan dan ku 1'ê Gulanê ne cejneke ji rêzê ye, temsîliyeta têkoşîna serketinê ye û got, "Li gel êrîşên serdestan, hêzên desthilatdariyê, hêzên wan ên paramîlîter û hêzên faşîst ên fermî, karker û kedkaran ev yek bi ser xistin. Di encama vê sekna bi biryar, rêxistinî û israra di têkoşînê de kirin ku hêzên mêtinger, serwer paşve gavê biavêjin."

Cemal Şerîk anî ziman ku di vê serdemê de jî ji bo parastina ruh û cewhera şoreşgerî ya 1'ê Gulanê divê ev yek esas bê wergirtin û got, "Divê bibin parêzvan û rêveberên çalak ên têkoşîna azadkirina kedê. Bêguman mebest ji azadkirina kedê divê rast bê fêhmkirin. Mebest ji vê yekê ew e ku dawî li yekdestî û mêtingeriya li sed kedê bê anîn. Divê rast bê destnîşankirin ku têkoşîna kedê divê easî be. Di vê çarçoveyê de heta ku mêtingeriya li ser kedê hatiye avakirin, yekdestiya li ser mêtingeriya kedê hatiye avakirin neyê parçekirin, ked ti carî azad nabe. Nêzîkatî divê li ser vê bingehê be. Divê were zanîn, tenê daxwaz û nêzîkatiya mîna zêdekirina mûçeyan û berfirehkirina mafan nêzîkatiyên deng e, di çarçoveya sînorên sîstema talan û mêtingeriyê de ne, rewakirina sîstema talan û mêtingeriyê ye."

Cemal Şerîk ragihand ku polîtîka, meyl û nêzîkatiyên ku îro li pêşiya kedkar û karkeran astengiya herî mezin e, ya ku têkoşîna kedkar û karkeran difetisîne û teng dike li ser vê bingehê ne û got, "Bi her cûre rê û rêbazan, bi nixumandina aliyên siyasî û îdeolojîk, bi sivikkirina têkoşîna karker û kedkaran û nîşandana vê têkoşînê tenê ji bo têrkirina zikê xwe, tê xwestin ku karker, kedkar weke parçeyek ji sîstema mêtingeriyê bê nîşandan. Ji bo ev yek bê kirin jî her cûre derfetên dewletê têne bikaranîn. Her wiha dikare bê gotin, îro li Tirkiyeyê ya ku tê xwestin bê serwer û bi bandorkirin ev nêzîkatî û fikir e. Sendîkayên zer ên ku îro ev yek ji xwe re kirine hinceta hebûnê, terbiyekirina gelê xizan a bi birçîbûnê ji xwe re kirine esas û veguherîne taşeronê sîstemê, bûne ew rêxistinî ku hêzê di destê xwe de dihêle. Ji ber vê yekê têkoşîna azadkirina kedê di heman demê de divê li dijî sendîkakariya zer jî bê kirin ku bi hişmendiya karker û kedkaran dilîze û hewl dide wan bike parçeyek ji sîstema mêtingerî û talanê."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku têkoşîna azadkirina kedê bêguman tenê bi vî rengî nîne û got, "Yekdestiya ku li Tirkiye û Kurdistanê li ser kedxwarî û sîstema mêtingerî û talanê hatiye avakirin, çavkaniya bingehîn a şerê qirêj taybet û qirker ê li Kurdistanê ye. Ev yekdestî di heman demê de mîna zincîrekê ye ku dest û milên karker û kedkaran girê daye. Ji bo rizgariya ji vê zincîrê divê ev yekdestî teqez bê şikandin. Ev yek jî bi tevlîbûna li nava têkoşîna li dijî şerê qirêj-taybet ê faşîst, mêtinger, qirker ê li Kurdistanê dibe. Eger ev çavkanî bê ziwakirin wê astengiya herî mezin a li pêşiya azadkirina kedê ji holê hatibe rakirin.

Lewma daketina qadên 1'ê Gulanê û karên divê bêne kirin pêwîste li gorî vê yekê bêne kirin. Têkoşîna azadkirina kedê divê ji têkoşîna li dijî şerê qirêj mêtinger talanker û qirker ê li Kurdistanê neyê qutkirin, kevneşopiya 1'ê Gulanê bê parastin û kevneşopiya têkoşînê bê temsîlkirin. Qadên 1'ê Gulanê jî bi dirûşmên li ser vê bingehê divê bêne hejandin."

Cemal Şerîk diyar kir ku Şoreşa Kurdsitanê şoreşeke enternasyonal e û destnîşan kir ku mêtingeriya Kurdistanê hem li qada navneteweyî hem jî li nava dewletan işaretê bi vê rastiyê dike.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman ku ew di pêvajoyeke gelekî krîtîk û dîrokî de ne û got, "Şerê Cîhanê yê 3'yemîn hindik maye ku sala 34'an tijî bike. Di nava vî şerî de li ser encama vê pêvajoya krîtîk hejmara pirsan zêde dibe. Bêguman di nava van pirsan de ya herî girîng û balkêş jî têkildarî karker, kedkar, gelan, jin û ciwanan e. Ji ber ku ew li derveyî aliyê Şerê Cîhanê yê 3'yemîn wan temsîl dike. Ne tenê vê yekê dikin, her wiha li hemberî aliyên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ew alternatîfa xwe diafirînin û wezîfeyên xwe destnîşan dikin. Ev yek jî wezîfe û berpirsyariyeke di asta gerdûnî de ye. Gelekî girîng e ku di 1'ê Gulanê de ev wezîfe bê diyarkirin û bicihanîn. Rêber Apo ku rêberê naventeweyî ye bi paradîgmaya xwe rê nîşan dide. Pêngava ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya ku 10'ê Cotmeha 2023'an destpê kir, hêzê dive vê yekê.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêşwazîkirina 1'ê Gulanê gelekî bi wate û cuda ye. Karker, kedkar, jin, ciwan, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di 15'ê Sibatê, 8'ê Adarê, 21'ê Adarê, Hilbijartinên Xwecihî yên 31'ê Adarê û 4'ê Nîsanê de bi helwest û sekna xwe ya şoreşgerî nîşan dan ku wê 1'ê Gulanê ji her demê hîn bêhtir bi heybet pêşwazî bikin û qadan dagirin.

Bi baweriya ku 1'ê Gulanê wê bi coş û kelecaneke bi vî rengî bê pêşawzîkirin, 1'ê Gulanê di serî de li Rêber Apo, li karker û kedkaran, li gelên me û hemû gelên bindest, li karker û kedkarên mezlûm pîroz dikim."

Cemal Şerî di dawiya axaftina xwe de şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî û bi minet bi bîr anî.