Di şerê Xezeyê de 69 roj: Hejmara miriyan derket 18 hezar û 787’an

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di bombebarana Îsraîlê ya li Şerîda Xezeyê de 18 hezar 787 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şerê li Xezayê di roja xwe ya 69'an de bi bombebaranên dijwar berdewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê ku Şerîda Xezeyê kontrol dike, ragihand ku hejmara miriyan derket 18 hezar û 787’an. Li gorî Hamasê 50 hezar û 887 kes birîndar bûne.

GEŞEDANÊN DAWÎ

Yek ji saziyên NY’ê ku ji bo alîkariya penaberên Filîstînê erkdar UNRWA, roja Pêncşemê bi daxuyaniyek got, “Alîkariya mirovî êdî nagihêje başûr.”

- Artêşa Îsraîlê roja pêncşemê li ser hesabê xwe yê X’yê îdîa kir ku wan li Nexweşxaneya Kemal Adwanê a li bakurê Xezeyê "bi dehan terorîst" girtine. Çend vîdeoyên ku ji hêla artêşê ve hatine weşandin nîşan didin ku mirovên ku ji avahiyê derdiketin, hinek ji wan sîngên wan tazî, destê wan li ba di bin kontrola leşkerên Îsraîlê ve rêve diçûn.

- Artêşa Îsraîlê sibeha roja Pêncşemê ragihand ku ji roja destpêkirina operasyona bejahî û vir ve 116 leşkerên Îsraîlê li Şerîda Xezeyê hatine kuştin. Artêşê da xuyakirin ku gelek leşker bi guleyê dostan hatine kuştin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn rewşa li Şerîda Xezeyê ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve tê bombekirin weke 'karesatê' bi nav kir û anî ziman ku nabe bi rewşa Ûkranyayê re bê mûqayesekirin.

Li gorî Rojnamevanên Sînornenas ji 7'ê Cotmehê ve ku şerê Îsraîl û Hamasê destpê kirî heta niha li Rojhilata Navîn 63 nûçegihan hatine kuştin.

-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Qiraliyetê Yekbûyî roja Çarşemê ragihandin ku ew dixwazin li dijî fînansmaniya Hamasê têbikoşin û li dijî rayedarên Hamasê û saziyên girêdayî wê hin helwest girtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahu roja Çarşemê daxuyaniyek da û got: "Em ê heya dawiyê, heya serketinê herin."

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohenî jî agirbest red kir. Û Cohenî ev yek got: “Piştgiriya navneteweyî hebe jî tunebe jî wê Îsraîl şerê li dijî Hamasê bidomîne.’’  

Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê ya li Qeterê Îsmaîl Haniyeyê di axaftineke xwe ya li ser televîzyonê de got: "Bêyî Hamas û tevgerên berxwedanê, li Xezeyê yan jî hemû vesazkirinên der barê doza Filistînê de xeyal in."  Mûsa Ebû Marzûk ku rayedarekî payebilind ê Hamasê ye, di hevpeyvînekê de got: “Hewce ye Hamas a niha helwesta fermî ya Rêxistina Rizgariya Filistînê ya ku serokê wê Mehmûd Abbas e bişopîne û hebûna Îsraîlê jî nas bike.’’