BI DÎMEN

Seroka IFJ'ê Pradalie: Êrîşa li ser medya Kurd nayê qebûlkirin

Seroka IFJ'ê Domnique Pradalie êrîşa li ser Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kir û got, "Êrîşa li ser Medya Kurd nayê qebûlkirin ku her carê bi heman hincetê tê kirin. Helwesta polîsan ji bo tirsandina rojnamevanan e."

ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD

Li dijî serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV li qada navneteweyî dibe sedema nerazîbûnan. Seroka Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ku yek ji rêxistinên herî mezin ên rojnamevanan ên li cîhanê ye Dominique Pradalie êrişên li ser televîzyonên Kurdan ji ANF'ê re nirxand.

'MÎNA TERORÎST NÊZÎ SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ DIBIN'

Serokê IFJ'ê Dominique Pradalie serdegirtina polîsan a li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kir û got, "Li pêşberî lêgerînên bi vî rengî yên li ser televîzyonên Kurdan gelek ji me şoq bûn. Em li qanûnîbûna vê legerînê napirsin, lê belê mîna her carê vê carê jî me dît ku mîna bi terorîstan re mijûl dibin, nêzîk bûn."

'XUYA YE JI BO TIRSANDINA ROJNAMEVANÊN KURD HATIYE AMADEKIRIN'

Dominique Pradalie diyar kir ku ji dîmenên êrişên li ser televîzyonên Kurdan diyar dibe ku ji bo tirsandina rojnamevanên Kurd hatiye amadekirin û got, "Em fêhm dikin ku li avahiyên çapemeniyê lêgerîn bêne kirin, ji ber ku qanûn rê dide vê yekê. Lê belê kiryarên di dema lêgerînê de, desteserkirina alavan û zerardayina li amûrên kar ên rojnamevanan, bi taybetî xetereya mezin a destwerdaneke bi vî rengî li ser hestên rojnamevanan ti carî nayê qebûlkirin."

'FRANSA JI ALIYÊ TEPISANDINA ÇAPEMENIYA KURD VE NÛ TEVNAGERE'

Seroka IFJ'ê Dominique Pradelie diyar kir ku êrişa li ser saziyên Kurdan ne cara yekê ye û nêzîkatiya Fransayê ya li çapemeniya Kurd jî bi vî rengî nirxand: "Mixabin ev rewş ne bûyera destpêkê ye ku li dijî rojnamevanên Kurd û medya Kurd a li sirgûnê cihêkariyê dike û hewl dide bitepisîne. Mixabin Fransa çend sal in, bi taybetî piştî 3 nûnerên jin ên Kurd bi rengekî hovane hatin qetilkirin di nava vê katalogê de ye. Komkujiyên nû yên ku par hatin kirin û meşandina lêpirsînê bi rengekî hêdî, mînakeke din a vê yekê ye.

Di sala 2017'an de bi navê Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Fransayê (Syndicat National des Journalistes (SNJ) ez li gel komeleyên Kurd tevgeriyam ku birîna weşana televîzyonên Kurd a ji aliyê Eutelsatê ve şermezar kirin. Û li pêşberî Dadgeheke Bazirganiyê em di vê dozê de bi ser ketin. Lewma em dibînin ku rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên Kurd timî bi van kiryaran re rû bi rû tên û dawiya dawî encamekê bi dest naxin. Normal e ku encam bi vî rengî be, di vê dosyayê de jî divê bikevin nava liv û tevgerê."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN'

Dominique Pradalie ragihand ku weke IFJ'ê ew piştgiriyê didin çapemeniya Kurd û got, "Li gorî gotinên rayedarên Belçîkî, destwerdana li televîzyonên Kurd bi daxwaza rayedarên Fransayê hate kirin. Min ev daxuyanî hîn piştrast nekiriye, lê belê di halê hazir de qanûnên Belçîkayê agahiyan diparêze. Weke encam ji bo rabûna li ber rayedaran û hesabpirsînê dikare serî li rêyên qanûnî bê dayin. Em li vê derê ne. Bi dîtina min rojnamevanên Kurd gelekî wêrek in. Em bi xurtî wan silav dikin û ji wan re dibêjin, 'Em bi giştî piştgiriyê didin we'."