NY hişyar kir: Lİ Sûdanê qeyrana mirovî her diçe kûrtir dibe

Neteweyên Yekbûyî, piştî şerê ku bi mehan e didome diyar kir ku ji 17 mîlyonan zêdetir mirov nagihêjin xwarinê. Bang kir ku ji bo têkoşîna li hember qeyrana xwarinê ya Sûdanê ji 75 mîlyonî zêdetir alîkarî bê kirin.

Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de li ser zêdebûna qeyrana xwarinê ya li Sûdanê hişyarî da û banga "Ji bo pêşîgirtina bobelata mirovî ya ku nêz dibe, divê bi lez û bez tevgerek hebe."

Li gorî pêşbîniyên ku roja Sêşemê hatin weşandin, 17.7 mîlyon mirov, ango ji sedî 37’ê nifûsê, wê di navbera Cotmeha 2023’an û Sibata 2024’an de bi astên bilind ên bêewlehiya xwarinê re rûbirû bimînin.

Ji meha Nîsanê û vir ve, di navbera hêzên fermandarê artêşê Abdulfetah el-Burhan û hêzên piştevaniya bilez a paramîlîter (HDK) de ku cîgirê wî yê berê Muhamed Hamdan Daglo fermandariya wê dike, şerê desthilatdariyê tê jiyîn.

Li gorî texmînên muhafezekar ên Projeya Daneyên Pevçûn û Bûyerên Çekdar, zêdetirî 12 hezar kes hatine kuştin, di heman demê de Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku nêzî 6,8 mîlyon kes neçar mane ku malên xwe biterikînin.

Di daxuyaniya FAOyê de hat gotin ku "Şerê çekdar û tundûtûjiyê her ku diçe li gelek herêmên bajarî, nîvbajarî û gundewarî qeyrana mirovî kûrtir dike û ewlehiya xwarinê ya gel xerabtir dike" û hat destnîşankirin ku herêmên herî zêde zirar dîtine Darfûr e, Kordofan û Hartûm.

Nûnerê FAO'yê yê li Sûdanê Hongjîe Yang got, "Lezgînî zelal e û sozdariya me naguhere."

Ji ber vê yekê FAO bi lezgînî 75,4 mîlyon dolar daxwaz dike ku bi taybetî alîkariya pêşxistina hilberîna çandiniyê ya herêmî bike.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê, FAO di navbera Tîrmeh û Îlona 2023’an de, bi taybetî bi belavkirina tovan, ji zêdetirî mîlyonek malbatên cotkar (5 mîlyon kes) re alîkar bû.