Îsraîl ava deryayê berdide nava tunelên li Xezeyê!

Rojnameya Wall Street Joûrnal îdîa kir ku Îsraîl ava deryayê berdide nava tunelên Hamasê yên li Şerîda Xezeyê. Joe Bîden jî hişyarî da Îsraîlê ku piştgiriya navneteweyî têk çûye.

Wall Street Joûrnal nûçeyek weşand û agahiyên xwe spart rayedarên Emerîkî yên ji aliyê operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ve têne agahdarkirin û diyar kir ku artêşa Îsraîlê ava deryayê berdide nava tunelên Hamasê yên li Xezeyê.

Li gorî nûçeyê, operasyonê meha derbasbûyî destpê kir û dibe ku bi hefteyan dewam bike. ABC jî nûçeyek weşand ku vê agahiyê piştrast dike û ragihand ku Îsraîl ji bo bibîne bê ev stratejiya wê çiqasî bi bandor e, niha di asteke sînorkirî de dike.

Pisporên hawirdorê hişyarî da ku biryareke bi vî rengî wê ji bo dema dirêj bandorê li peydakirina ava vexwarinê ya xelkê Şerîda Xezeyê bike.

NERAZÎBÛNA JOE BÎDEN A LI HEMBERÎ ÎSRAÎLÊ

Li aliyê din Serokê DYE'yê Joe Bîden bi rengekî ne asayî hikumeta Îsraîlê rexne kir ku li ber 'çareseriya du dewletan' radibe û hişyarî da ku ji ber ku Xeze bê ser û ber tê bombekirin, piştgiriya navneteweyî têk diçe.

Serokê DYE'yê got, "Bêguman divê Hamas ji holê bê rakirin" û têkildarî Benyamîn Netanyahû jî got, "Ew dostekî baş e, lê belê neçar e ku biguehre."