Endamên Yekîtiya Ewropayê li ser reforma bazara elektrîkê li hev kirin

Dewletên Yekîtiya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê li ser mijara reforma bazara elektrîkê li hev kirin. Armanc jî 'Aramîkirina bazarê', 'pêşkêşkirina elektrîkê bi buhayekî hîn guncaw' û 'zêdekirina hêza hevrikiyê ya endustriyî' ye.

Piştî nîqaşên tund ên li ser çarçoveya piştgiriya cemaweriyê ya ji bo santralên enerjiya nukleerê yên heyî, Yekîtiya Ewropayê ji bo teşwîqkirina li razemeniya enerjiya bi kêm karbonê, ku enerjiya atomê jî di nav de ye, li ser mijara pêkanîna reformê di bazara elektrîkê de li hev kir.

Wezîra Enerjiyê ya Spanyayê Teresa Rîbera ku serokatiya demkî ji Yekîtiya Ewropayê re dike, diyar kir ku piştî danûstandinên dawî yên şeva derbasbûyî, ev lihevkirina dewletên endam û endamên Parlamenta Ewropayê wê "Di dema dirêj de bazarê aram bike (...) bi buhayekî hin guncaw eleketrîkê pêşkêş bike û hêza hevrikiyê ya endustriyî zêde bike."

Piştî zêdebûna buhayê elektrîkê yê par, bi vê refomrê tê xwestin ku ji bo nermkirina bandora buhayên gazê, peymanên demdirêj ên ji bo diyarkirina buhayê eleketrîkê bêne amadekirin û bi vî rengî bandora vê yekê li fatûreyên mirovan û kargehan kêm bike.