Urdunê ragihand ku bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê xistiye

Li gorî du çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî, jetên Urdunê li herêmên bakur û navîn ên Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê yên ber bi Îsraîlê ve diçûn, xistine xwarê.

ÊRÎŞA ÎRANÊ YA LI SER ÎSRAÎLÊ

Artêşa Muxafizên Şoreşa Îslamî ya Îranê roja Şemiyê bi derengî ragihand ku weke bersiva li êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Konsolosxaneya Îranê ya li Sûriyeyê wan bi dehan balafirên bêmirov û fuze avêtine Îsraîlê. Piştî ku DYE'yê soza piştgiriya ji bo Îsraîlê da ev êrîş weke sedema rûdana aloziyeke mezin a li herêmê hate şîrovekirin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku gihîştina zêdeyî sed balafirên bêmirov ên ji Îranê hatin şandin wê bi saetan dewam bike. Ajansa nûçeyan a dewletê ya Îranê jî li gorî çavkaniyekî ragihand ku artêşê fuzeyên balîstîk ên pêla destpêkê yên li dijî Îsraîlê avêtiye.

Qenala 12 a Îsraîlê diyar kir ku hin ji fuzeyan li Sûriyeyê hinek jî li Urdunê hatine xistin.

Li gorî du çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî, jetên Urdunê li herêmên bakur û navîn ên Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê yên ber bi Îsraîlê ve diçûn hatine xistin.

Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) diyar kir ku artêşa Îsraîlê balafira bêmirov a Îranê ya ber bi Îsraîlê ve diçû xistiye.

Urdunê ragihand ku artêş di rewşa alarmê ya bilind de ye û sîstema radarê liv û tevgera her cûre droneyên ji aliyê Iraq û Sûriyeyê ve tên dişopîne.

Servîsa ambûlansê ya Îsraîlê diyar kir ku balafirên bêmirov ên Îranê li welêt nebûne sedema mirina kesî.

Şerê Xezeyê yê navbera Îsraîl û Hamasê ku kete meha heftan, li herêmê bû bahaneya zêdebûna aloziyê. Şer li nava Lubnan û Sûriyeyê jî belav bû. Ji deverên dûr ên mîna Yemen û Iraqê fuzeyên menzîl dirêj ber bi hedefên li Îsraîlê hatin avêtin.

Xetere heye ku şerê heyî di navbera Îranê û hevalbendên wê û Îsraîl û DYE ya piştevanê wê de veguhere şerekî yekser. Misirê jî 'di asta herî bilind de banga xwînsarî û berpirsyariyê' kir.

Mîsyona Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî li ser platforma medya civakî ya X'ê daxuyaniyek da û ragihand ku ev yek şerekî navbera Îran û Îsraîlê ye û divê DYE 'xwe ji vê yekê vegire'.